Hefteya Çanda Kurd a li Baselê dewam dike
Hefteya Çanda Kurd a li bajarê Basel ê Swîsreyê, duh bi panelekê dewam kir. Panel bi mijara "Mîrateya Çandî, Sûr û Cizîr" hate lidarxistin û gelekî bal kişand.
Hefteya Çanda Kurd a li bajarê Basel ê Swîsreyê, duh bi panelekê dewam kir. Panel bi mijara "Mîrateya Çandî, Sûr û Cizîr" hate lidarxistin û gelekî bal kişand.
Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz, lêkolînker-nivîskar Mehmet Bayrak û derhênera Swîsreyî Anîna Jendreyko tevlî panelê bûn. Di panele de mijarên dîrokî, çandî û rojane hatin nîqaşkirin.
Parlamenterê SP Mûstafa Atici û Parlamentera Partiya Keskan a Meclîsa Federal a Swîsreyê Sîbel Arslan jî cihê xwe di panele de girtin.
Panel piştre bi hunera enstrumantal a hunermendê Swîsreyî Danîel Steîner û Kendal Matûr qediya. Di çarçoveya Hefteya Çandê de wê îro jî fîlmê li ser Roboskî bê nîşandan, panel û Şevbêrk bên lidarxistin.