Hefteya Çanda Kurd a Brûkselê bi gerandina govendê didome

Hefteya Çanda A Kurd a li paytexta Belçîka Brûkselê di roja duyemîn de bi aktivîteyên cuda bi gerandina govendan didome.

Îsal Hefteya Çanda Kurd a Brûksel a 6’an hate lidarxistin. Hefteya Çanda Kurd a roja Pêncşemê bi cil û bergên Kurdewarî û meşekê destpê kir, ji Qada Espagne heta qada Peykerên Don Kîşot û Sancho Panzayê pêk tê.

Li Qadê konên ku Enstîtu Kurd a Brûksel, Rêxistina mafê mirovan a li dijî qirkirinê Kurdocîde Watch CHAK û xwarinên Kurdewarî lê hatibûn danîn bal kişandin. Di aktivîteyê de ku maketên dîrokî yên Kurdistanê lê hatine danîn, dîsa li ser dika hatî danîn muzîkên Kurdî lêdixin. Di Festîvala Çanda Kurd a fîlmên kurt tê nîşandan tim govend tê gerandin. Hefteya Çandê wê roja Yekşemê bi dawî bibe.