Germbûyîna global bi qasî Fransayê qadek çandiniyê tine kir
Germbûyîna global bi qasî Fransayê qadek çandiniyê tine kir
Germbûyîna global bi qasî Fransayê qadek çandiniyê tine kir
Li gorî raporeke ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat weşandin, germbûna global li cîhanê bi qasî erdê Fransayê qadeke çandiniyê tine kir.
Li gorî rapora ji aliyê Zanîngeha NY ve hat amadekirin, her roj qadeke bi qasî 20 kîlometrekareyî, ji ber nebûna baranê, di encama şorbûyîna zêde de wesfa xwe ya çandiniyê winda dike. Li gorî raporê, ji ber germbûyîna global, hîn bêtir av di nav axê de dûkel dibe û ev rewş jî çolbûyînê zêde dike. Her wiha rêjeya xwê ya di xwê û zibilê di dema hilberîna çandiniyê de tên bikaranîn, dema sîstemeke baş a parzînê tinebe, heman bandorê li axê dike.
Ji qadên çandiniyê herêma ku herî zêde dikeve bin bandora ziwabûnê geliyê Indûş ê Pakîstanê ye. Ev gelî û zeviyên birincê yên li derdorê bi qasî ji sedî 48 ziwa bûne. Her wiha hilberîna genim jî bi heman rengî ji sedî 48 kêm bûye. Li Turkmenîstanê jî qadên çandiniyê ji sedî 50 kêm bûne.
Li gorî endamê ekîba lêkolînê Manzûr Kadîr, ji ber xwêkirin û ziwabûnê hilberîna xurekê di salên pêş de wê bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû bimîne.
Kadîr da xuyakirin ku di sala 2050 de nifûsa cîhanê wê bigihêje 9 mîlyarî û destnîşan kir ku divê ji bo parastina qadên çandiniyê yên roja îro, tedbîr werin girtin.