Gelo dê hilbijartinên Îtalyayê ji koalîsyonan re bimîne?
Gelo dê hilbijartinên Îtalyayê ji koalîsyonan re bimîne?
Gelo dê hilbijartinên Îtalyayê ji koalîsyonan re bimîne?
Hilbijartinên Îtalyayê di 24-25’ê sibatê de pêk tê. Tê payîn ku Partiya Demokrat (PD) a çep bibe partiya yekemîn û tê texmînkirin ku PD ji ber giraniya Berlusconi ya herêma bakur dê piraniya dengan bigire.
Li gorî anketa şîrketa SWG, îtîfaqa hilbijartinê ya çep-navendê ya pêşengê wê Pier Luigi Bersaniye ji sedî 34.1 dengan dê di hilbijartinan de yekemîn derkeve. Partiya Lîga Bakur ku Berlusconî jî piştgiriyê dide, Gelê Azad (PdL) û partiyên rastgir yên din ji sedî 26.6 dengan dê bigirin û dê derkevin rêza duyemîn.Sylvio Berlusconi k udi 2011’an de ji serokwezîrtiyê îstîfa kir û di hilbijartinê dawiya 2012’an de biyar dabû ku dîsa vegere siyasetê.
Piştî îstîfa Berlusconi , Maorio Monti bi sozên ku ‘dê aboriya Îtalyayê rizgar bike’ li ser kursiyê serokwezîrtiyê runişt û îtîfaqa partiyên bi navê Ajandaya Monti jî jisedî 12.8 girtin û di rêza 3’emîn de cihê xwe girtin.
Li gorî anketa Demos and Pi, navena Çep ji sedî 38, navenda rastgir ji sedî 25.8 û koalîasyona Monti jî ji sedî 16 dê dengan bigire.
Tevgera 5 Stêrk ku rêberê wê lîstikvanê sînemayê Beppe Grillo ye tê payîn ku dê beşek girîng a dengan bigire û cihê xwe li meclisê bigire.
Her wiha tê payîn ku îtîfaqa Şoreşger a Sîvîl jî ku komunîst, ekolojîst û sosyalîstan ava kirine ji sedî 5 dê dengan bigire