BI DÎMEN

Gelek berhemên jinan di Pêşangeha Şehîd Herekol de hatin pêşkêşkirin

Endama Akademiya Jineolojî ya beşa Lêkolîn Yasmîn Mihemed diyar kir ku jin û xwendin pir bi hev girêdayî ne got: “Tevlîbûna jinan di pêşengeha Şehîd Herekol a pirtûkan de pir giring û bi wate ye.”

Çanda xwendinê bingeha rêveçûn û pêşketina her civakekê ye û geşbûn û lawazbûna wê ye. Lê dema jin û xwendin bi hev re dicivin mijar mezintir dibe. Ji ber ku jin bi hestên xwe dikare xwendinê bixemilîne. Bi şoreşê jin pênûsa xwe hildide û ji tevahî cîhanê re dide diyarkirin ku ew pêşketinê ava dike.

Pêşengeha Şehîd Herekol a pirtûkan ku di 15’ê Cotmehê de destpê kir û wê heta 22’yê Cotmehê bidome, li bajarê Qamişlo hat vekirin. Berhemên jinan berbiçav in. Tê de pirtûkxaneya Jineolojî hatiye vekirin û bi berhemên jinan hatiye dagirtin.

Têkildarî girêdana di navbera jin û xwendinê de Endama Akademiya Jineolojî ya beşa Lêkolînê Yasmîn Mihemed, ji ajansa me re axivî.

HEWL DIDIN PÊNÛSA JIN BIDIN PÊŞ

Endama Akademiya Lêkolîn a Jineolojî Yasmîn Mihemed di destpêka axaftina xwe de bal kişand ku her sal ji aliyê gelek sazî û weşanxaneyan ve Pêşengeha Şehîd Herekol a pirtûkan tê lidarxistin û her salê jî em hewl didin ku giringî bidin pênûsa jin û wiha got: “Rûxmî ku berhemên jin pirin, lê civak tim rola zilam di vî aliyê de zêdetir dibîne. Her wiha ger em li pêşangehê baş bigerin berhemên mêr ji yên jin zêdetirin wê hebin. Ji ber wê em wek jin hewil didin pirtûkxaneya Jineolojî bi berhemên jin dagirin û firkê jinan ji civakê re bidin pêşandan. Helbet ji bo vegotina hestan û rastiya civakê rola jin a herî giring e, jin ya herî ku dikare hestên civaka xwe raste rast ragihîne.”

JINEOLOJÎ GELEK PIRTÛKAN HEMBÊZ DIKE

Yasmîn Mihemed got ku di her salekê de Akademiya Jineolojî pirtûkên cuda û nû pêşkêş dike û wiha gotina xwe beredewam kir: “Her sal Akademiya Jineolojî bi pirtûkên nû beşdarî pêşengeha Şehîd Herekol dibe. Pirtûkaxaneya Jineolojî di nava xwe de gelek çîrok, gotar, roman, nivîs û hwd digre. Di nav de çîrokên herî bi balkêş ku gel jê hez dike ‘Xaltîka Sara’ ye. Ew çîrok jî li ser berxwedaniya ku ji aliyê Xaltîka Sara ve li bajarê Kobanê kiriye wek pirtûk di pêşengehê de hatiye pêşkêşkirin. Yê dîtir jî ‘Jinên Şengalê’, ew jî li ser berxwedanî û hêviya jinê diaxife. Her wiha di pirtûkxaneya Jineolojî de pirtûk bi gelek zimanan hatine pêşkêşkirin, da ku her kes bikaribe bixwîne û ji van pirtûkan sûd werbigre.”

BINGEHA PÊŞKETINÊ JIN E

Yasmîn Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bingeha pêşketinê jin e. Her wiha mafê jin ê sereke ye ku di hemû qadên civakê de cihê xwe bigire. Ji ber wê jî tevlîbûna jinan di pêşengeha Şehîd Herekol de pir girîng û bi wate ye. Em dixwazin ku jin êdî hêza xwe bibîne û di her aliyê jiyanê de xwe pêş bixe. Hêviya me jî ew e ku hemu jin tevlî vê pêşangehê bibin û bi xwendina pirtûkan jiyanê pênase bikin.”