Gelê Kerkûkê piştgirî da Rojava

Gelê Kerkûkê piştgirî da Rojava

Partî û saziyên sivîl ên Kerkûkê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bilad El Şamê/ Eniya El-Nusra ên li dijî Rojava û li dijî girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka xwepêşandek li dar xistin. Kerkûkiyan ji hukûmeta herêma Kurdistan xwestin ku Deriyê Sêmalka tavilê veke.

Bi înîsiyatîfa Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan (PÇDK) li bajarê Kerkûkê bi boneya şermezarkirina êrîşên li Rojavaya Kurdistan û girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka xwepêşandanek hate lidarxistin. Xwepêşandan duh êvarî li ber Parka Qela hate lidarxistin. Di xwepêşandanê li ser navê nûnerên Partiya Zehmetkêşanî Kurdistan, Navenda Çandê ya Berdî, Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê/Kerkûk, Yekîtiya Oldaran/Kerkûk, Gêncanî Niştimanî Kurdistanê, Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev, Tevgera Goran, Tevgera Demokratîkkirina Gelê Kurdistanê û Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê daxuyaniyek hate xwendin. Di daxuyaniyê de guhertinên dema dawî ku di cîhanê de pêk tên hat behskirin.  Êrîşên rêjîma dîktator û yên çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra yên li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Rojavayê Kurdistanê di rewşeke awerte re derbas dibe û êrîşên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El Şam/Eniya El-Nusra gihişt asta ku fetwaya kuştin û talankirina malên Kurdan bidin. Di daxuyaniyê de li ser mijara tevlîbûna ciwanên Başûrê Kurdistan a nava El Nusra hat rawestîn û banga hişyariyê li hemû malbat û oldarên Kurd hate kirin ku, pêşiya van xerabiyan bigirin.

Di dawiya daxuyaniyê ev bang hatin kirin:

1-    Em bang li rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî dikin ku, ji bo zanyariya ciwanê Başûr tevbigerin da ku tevlî komên terorîst nebin.

2-    Em bang li Yekîtiya Oldarên Îslamê yên Başûrê Kurdistanê dikin da ku fetwa qetilkirina Kurdan şermezar bikin.

3-    Em ji Hukûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê dixwazin ku Deriyê Sêmalka her dem vekirî bihêle.

4-    Em ji hemû hêzên siyasî dixwazin ku ji bo serketina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê kar bikin.