Gelê Îtalî li ser sindoqan e

Gelê Îtalî li ser sindoqan e

Gelê Îtalyayê ji bo hilbijartina rêveberiya 5 salan a welatê xwe îro li ser sindoqên hilbijartinê ye. Ji bo Meclîsa Nuneran dê 630 û ji bo Senatoyê jî 315 endam bên diyarkirin.

Di hilbijartinê de dê 51 miyon Îtaliyên li welat û derveyê welêt dengê xwe bi kar bînin. Ji bi Îtaliyên li derveyê welat sindoqa dengan hate danîn. Encamên hilbijartinê jî dê roja duşemê diyar bibin.

Ji ber nêzîkbûna hilbijartin, ev du hefte ne anket hatine qedexekirin û nayên weşandin. Lê tê payin ku eniya navend-çepgir ya bi rêbertiya Pier Luigi Bersani bi rêjeya 33-37  bi ser bikeve.

Her wiha tê payin ku koalîsyona ji Komkara Bakûr, Gelê Azadiyê (PdL) û partiyên din rastgir ku ji aliyê serokwezîrê berê Silvio Berlusconî ve tê destekkirin jî ji sedî 28-29’ê dengan werbigirin û bibin duwemîn. Berlusconi ku sala 2011 ji serokwezaretê îstîfa kir, piştî hilbijartin nêzîk bûn, sala 2012 biryar da ku careke din vegere siyasetê.

TEVGERA 5 STÊRK DIBE SURPRÎZEK BIBE

Her wiha tê payin ku Tevgera 5 Stêrk a bi pêşengiya sînemevan û komedyen Beppe Grillo rêjeyek baş a dengan bi dest bixe û di meclîsa neteweyî de bibe hêza sêyemîn. Tê payin ku ev tevger ji sedî 15-18’yê dengan werbigire.  Ji ber hilbijartinê anket li Îtalyayê hatin qedexekirin, lê li gorî şîrketa Gallup a DYA’yi Tevgera 5 Stêrk a ku bi projeyên ekolojî, demokrasî, kesk û kar derdikeve pêş ji sedî 20-25’ê dengan werbigire û surprîzekê bike.