Gava ku gule di devê tivingê de be, wê çek çawa bê danîn?

Heta ku agirbest neyê ragihandin, ne çekdanîn, mirov nikare nîqaşa çekdanînê jî bike. Dixwazin bibêjin şer dixwazin nebêjin, ji bo ku di hawirdoreke şer de nîqaşeke cuda bê kirin, divê ewil agirbest bê ragihandin.

Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi heyeta xwe ya berfireh di 27’ê Sibatê de kiribû, hem li hundir û hem jî li derve deng veda. Ne tenê hêzên demokratîk û sosyalîst, di heman demê de kesên ku di aliyê fikrî de li dijî Rêber Apo bûn jî, bi bandor bûn û nirxandinên erênî kirin. Banga Rêber Apo mîna manîfestoyek hat pênasekirin, manîfestoya serdemê ango ya sedsalê. Bi giştî weke pêngaveke nû hat destgirtin. Rêber Apo ev pêvajo weke ‘dawiya pêvajoya 52 salan û destpêka serdema civaka demokratîk’ binav kir.

Ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo, Komîteya Rêveber a PKK’ê di 1’ê Adarê de weke helwest, bi daxuyaniya xwe piştgirî da bangê. Li hemberî daxuyaniya PKK’ê, ne tenê dost, aliyên dijber jî nirxandinên erênî kirin. Diyar kirin ku bi ragihandina agirbestê re pêkanîna bangawaziyê pêkan bû û piştgirî ji Rêber Apo re hat dayîn.

Hem ji bo bangê û hem jî ji bo daxuyaniya PKK’ê nirxandinên herî erênî jî, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî kir. Devlet Bahçelî ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ got ‘ji bendewariyên me wêdetir e’ kêfxweşiya xwe diyar kir û heyeta ku bangê ji raya giştî re ragihandî bi telefonê li wan geriya û spasiya xwe pêşkêş kir. Ji bo daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê ya ji bo ragihandina agirbestê jî gotina "mirov kêfxweş dike" bi kar anî û got ev daxuyanî ji bo banga Rêber Apo "alîgir û temamker" e.

Her çend hin alî ku ew jî kêm in dijberî nîşan bidin jî, bi giştî piştî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ atmosfera rêveçûna nîqaşan di nava 10 rojan de guherî. Li Tirkiyeyê her kesî çend caran daxuyanî dan û helwest nîşan dan. Di çapemeniyê de mijarek ku neyê nîqaşkirin hema bêjin nemaye. Saziyên çapemenî û weşanê yên ji bilî çapemeniya azad yekemcar ekran û rûpelên xwe ji heyet û berdevkên DEM Partiyê re vekirin.

Ya ku ev atmosfera erênî herî zêde xera dike û atmosfer provoke dike, êrîşên artêşa Tirk ên li Kurdistanê û daxuyaniyên Wezîrê Parastinê yê Tirk bûn ku bi ezbereyên berê dewam kir. Lewma Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku di hin rojan de bi balafirên şer 30-40, bi sedan car bi helîkopteran û topan qadên gerîla hatine bombekirin. Niha, piştî agirbesta PKK’ê bi hezaran caran bombebaran hatine kirin. Wekî din, Navenda Şerê Taybet a Tirk bi agirbestê re mîna ku atmosfer hinekî vala dîtibe, lewma li herêmên gerîla bangên "Teslîm bibe" dike û belgeyan diavêje. Helbet dema gerîla bi guleyê bersiv didin vê bangê jî, yên ku bangê dikin dibin toz û direvin.

Mijarên ku heta niha me anîne ziman, ji ber ku di çapemeniyan de jî hebûn ji aliyê her kes ve tê zanîn. Li vir armanca me ne dubarekirine helbet. Armanca me nirxandina daxuyaniya 9’ê Adarê yê Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî li ser van mijaran e. Daxuyaniya Devlet Bahçelî em dikarin wiha kurt bidin, “Ragihandina agirbestê ya PKK’ê ne li gorî cewhera Banga Îmraliyê ye. Bi vî rengî bersivek rast ji Rêberê Damezirîner re nehat dayîn. Agirbest bi armanca dem qezenckirinê û mijûlkirinê ye, divê PKK’ê yekser kongreya xwe pêk bîne û xwe fesix bike û çekan dane.”

Dema ku me ev daxuyanî guhdarî kir, yên din çawa pêşwazîkirin helbet em nizanin, lê ji ber halê ku ketiye, me nekarî pêşî li bişirîna li ser rûyê xwe bigirin. Hinek li gel me, bêyî ku li bende bin gotin ‘Bahçelî ardê li ser benê radixe.’ Çi çêbibû ku Devlet Bahçelî heftiyek berê ji bo daxuyaniya PKK’ê gotibû “alîgir û temamker e” û “mirov kêfxweş dike”, îro jî ji bo agirbestê ji sedî 90 çerxê vegerand û van tiştan dibêje?

Bêguman em bersiva vê pirsê nizanin û nikarin bidin jî, tenê Devlet Bahçelî dikare bersiva rast bide. Ji ber ku nêrînên di daxuyaniya Devlet Bahçelî ya dawî de, di tevahiya pêvajoyê de gelek caran ji aliyê Wezîrê Parastinê yê Tirk ve hatiye dubarekirin. Wezîrê mijara gotinê, çend saet beriya Devlet Bahçelî careke din heman daxuyanî da raya giştî. Yanî daxuyaniya Devlet Bahçelî ne tenê weke daxuyaniya Wezareta Parastinê ye, di heman demê de yekser li pey hev hatine dayîn.

Li vir gelek pirs di aqilê mirovan de çêdibe. Gelo hinek zextê li Devlet Bahçelî dikin? Ya jî Devlet Bahçelî der barê tiştê tê gotin û nivîsandin de piştre têdigihê? An jî bi vî rengî mîna berê tevdigere? Nêrînên xwe yên berê diguherîne? Devlet Bahçelî bersiv bide kîjan ji van pirsan jî, dê ji bo wî ne baş be. Ji ber ku beriya her tiştî zerarê dide rewşa bûyîna mirovekî bibîr û baweriyê. Eger ji axaftina xwe yên berê paşve gav bavêje, wê demê dê bawerî û pêbaweriyê ji holê rake.

Rastîn çi dibe bila bibe, helwesta Devlet Bahçelî ya piştî banga Rêber Apo û daxuyaniya PKK'ê îtibara wî xera kir, cidiyet û hevgirtîbûna wî qels kir û kir cihê nîqaşê. Halbûkî Devlet Bahçelî bi van taybetmendiyên xwe dihat naskirin û rêzgirtin. Di vê pêvajoyê de ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê hewldan hatin berfirehkirin, pêwîstî bi siyasetmedar û rewşenbîrên cidî, hişyar, dilsoz û hevgirtî hebû.

Helbet mirov dikare derketina Devlet Bahçelî ya li dijî ragihandina agirbestê ya PKK’ê bi şêwayên cuda jî şîrove bike. Gelo Devlet Bahçelî yek ji wan kesên ku ji ragihandina agirbestê neraziye û dixwaze şer dewam bike? Her çend em îhtîmal nedin tiştek bi vî rengî jî, em neçar man vê yekê jî bigirin destan. Ma qey mirov çima ji agirbestê nerehet be?

Bêguman nakokiya daxwazên Devlet Bahçeli jî hene. Dixwaze PKK’ê çekan deyne, lê ragihandina agirbestê red dike. Baş e bê agirbest, heta ku gule di devê lûleyê çekê de be, çek wê çawa bên danîn? Kî dikare çekê ku guleyê wê di devê lûleyê de be bistîne? Mînak dema ku çek di rewşeke wisa de were standin, gule bi şaşî biteqe wê demê dê çi bibe? Ma wê demê gule wê li yekî nekeve?

Eşkere ye ku gotinên Devlet Bahçelî di vî alî de jî ne gotinên asayî ne. Heta ku agirbest neyê ragihandin, ne çekdanîn, mirov nikare nîqaşa çekdanînê jî bike. Dixwazin bibêjin şer dixwazin nebêjin, ji bo ku di hawirdoreke şer de nîqaşeke cuda bê kirin, divê ewil agirbest bê ragihandin. Ji ber vê îlana agirbestê ya Komîteya Rêveber a PKK'ê mijarek hatiye fikirîn û rast e. Biryareke pir baş hatiye fikirîn, pir cidî û jidil e. Tê wateya rast fêmkirina banga Rêber Apo û ji bo pratîkbûna wê bi awayekî jidil nêzbûne. Her wiha tê wateya rê vekirin û pêngava ewil avêtine.

Helbet tenê Rêber Abdullah Ocalan dikare gavên wekî çek danînê û pêkanîna kongreyê bavêje û ji bo vê jî divê bibe xwedî şert û mercên ku bi azadî bijî û bixebite. Yanî Devlet Bahçelî çi bibêje bila bêje, niha dem hatiye ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin û yê ku vê bike jî dewlet û hikûmet e. Ji bo ku vê rastiyê veşêrin û xwe ji berpirsyariyê bidin aliyekî hewcehî pê nîn e ku xwe derewker derînin. Xwe dayîna ber bayê generalekî ku di şer de serkeftin bi dest nexistiye û bi veşartina vê rastiyê re hewl dide xwe wekî serketî bide xuya kirin, wê ti destkeft û encamek siyasî bi xwe re neyîne. Devlet Bahçelî li şûna ku PKK'ê sûcdar bike weke ku xwe red bike, heke bi kompleksa generalên xwe re mijûl bibûya wê baştir bikira û hewl bida ku rastiyan qebûl bike. Eger bi rastî jî bawer dike û hevgirtî be, hingî dikare di çareseriya pirsgirêka Kurd de rola xwe bilîze ku pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê ye.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka