Franseyê peyama Ocalan silav kir

Franseyê peyama Ocalan silav kir

Dewleta Franseyê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku roja 21’ê adarê di pîrozbahiya Newrozê ya Amedê de kir silav kir.

Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya Wezareta Derve ya Franseyê de cih girtiye de navê Ocalan yekser nayê bilêvkirin, tê gotin: “Franse banga çekdanînê ya PKK’ê silav dike."

Wezareta Derve ya Franseyê diyar kir ku ev ji bo bidawîkirina pevçûna bi dehan sal û ji bo dahatûya Tirkiyeyê jî pêngaveke girîng e. Her wiha Wezaretê da zanîn ku ew piştgiriyê didin hemû hewldanên hukûmeta Tirk  ên ji bo çareseriyê.