Fransa li dijî DAIŞ wê piştgiriya hewayî bide Iraqê

Fransa li dijî DAIŞ wê piştgiriya hewayî bide Iraqê

Serokkomarê Fransa Françoîs Hollanda bersivek erênî da daxwaza hikûmeta Iraqê û ragihand ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ wê piştgiriya hewayî bike.

Hollande diyar kir balafirên aîdî hêzên hewayî yên Fransa wê tenê çeperên DAIŞ ên li Iraqê bike hedef û mûdaxeleyî Sûriyeyê neke.

Hollande destnîşankir ku wê hêza bejahî neşîne Iraqê.

Fransa ku demeke li ser Iraqê gerên keşfe pêk tîne, çekan ji bo hêzên pêşmerge temîn dike.