BI DÎMEN

FNKA'yê kongreya xwe ya 12'emîn lidar xist

Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên li Rûsyayê (FNKA) kongreya xwe ya 12'emîn lidar xist.

Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên li Rûsyayê kongreya xwe ya 12'emîn li paytexta Rûsya Moskowayê lidar xist.

Kongre li Mala Kurdan a Moskowayê pêk hat û nûnerên civaka Kurd a ji herêmên cuda yên Rûsyayê beşdar bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê dîwan hate hilbijartin û delegeyan dest bi axaftinê kirin.

Her wiha Nûnerê Rûsyayê yê Rêvebeiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Reşad Bênav, Endama Tevgera Jinên Azad Meryam Roj û Hevserokên Meclîsa Moskowayê Êka Qûlîxan û Refîkê Kamil beşdarî konrgeyê bûn û axivîn.

Di axaftinan de işaret bi girîngiya xebatên Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên li Rûsyayê hate kirin.

Piştî axaftinan rapora karê sê salan hate xwendin û nirxandin.

Her wiha Ferhat Patiyev û Liyana Simoyan weke hevserokên nû hatin hilbijartin.