Fîlmê ku hat astengkirin li ser înternetê dikarin temaşe bikin

Fîlmê 'Ji bo Azadiyê' ku di Festîvala Navnetewî ya Fîlm a Silêmanî de hat astengkirin, niha dikarin bi rêya întenetê yekser temaşe bikin.

Fîlmê bi navê 'Ji bo Azadiyê' ku behsa berxwedana li Sûr a Amedê yê Bakurê Kurdistanê dike ango qala berxwedana 103 rojan a Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) ya sala 2016’an li hemberî artêşa Tirk a dagirker dike. Çîrok û kesayetiyên di nav fîlmê de ji rastiyê hatiye girtin. Şerê ku wek şerê xendeq tê naskirin ji zimanê keçekî Kurd ya bi navê Zîlan tê vegotin ku piştî dibihîze birayê wê Andok ku gerîla ye rêya wê ketiye Amedê û tevlê berxwedanê dibe.

Fîlm' 'Ji bo Azadiyê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê li bajarê Kobanê ji aliyê Şîrketa Komîna Fîlm a Rojava hatiye çêkirin. Ersîn Çelîk derhênertî ji fîlmê re kiriye û sala 2019’an xebatên çêkirina fîlmê xilas bûye û di dema bihorî de li 30 welatên cuda yên cîhanê çûye ser perdê.

Di 5’mîna Festîvala Navneteweyî ya Fîlm a Silêmanî amadekarên festîvalê bi şêwazeke fermî fîlmê 'Ji bo Azadiyê' vexwandibûn, lê dema festîvalê destpêkir amadekarên festîvalê rê nedan ku bê nîşan dan. Ev yek bertekekî mezin bi xwe re anî û heta tê gotin ku dewleta Tirk destwerdan kiriye ku fîlm di festîvalê de neyê nîşandan.

Li ser daxwaza hejmareke zêde ya welatî û bîneran, Şîrketa Komîna Fîlm a Rojava bi şêwazeke fermî ragihand ku ewê bi qasê heftiyekê li ser înternet fîlmê biweşîne. Niha temaşevan dikarin bi rêya vê lînkê;  https://vimeo.com/r/3pYk/elIxaDFDa3 li Kurdistanê bi jêrnivîsa Soranî, Tirkî û Erebî fîlmê temaşe bikin.

Çawaniya vekirina fîlmê bi wêneyên di albûmê de hatiye nîşan dan.