Fîlmê 'Heval Kekê Min' tê kişandin

Fîlmê 'Hevalê Kekê Min' tê kişandin ku Haşim Aydemîr derhêneriyê jê re dike, Nadya Dervîş jî alîkara derhêner e. Senaryoya fîlm a Rêber Habeş e. Fîlm ji aliyê Komuna Fîlm a Rojava ve tê çêkirin.

Fîlmê 'Heval Kekê Min' tê kişandin ku qala pêşketina Şoreşa Rojava, heqîqeta civakî ya şoreşê, sîstema kooperatîfên meclîsan û komunan dike.

Derhênera alîkar a fîlm Nadya Dervîş û lîstikvana sereke ya fîlm Hajîn Ebdurrehman Mihemed qala fîlmê 'Heval Kekê Min' kirin. Nadya Dervîş ji Serêkaniyê ye û ji sala 2015'an û vir ve di nava Komuna Fîlman a Rojava de ye. Hem derhêneriyê hem jî alîkariya derhêneriyê dike. Di fîlmê 'Heval Kekê Min' de alîkara derhêner e.

Nadya Dervîş anî ziman ku fîlm ji hin aliyan ve qala sîstema kooperatîf, meclîs û komunên Şoreşa Rojava dike û got, "Sîstema nû ya li Rojava hate afirandin an jî weke modela jiyanê hate avakirin, wê li her derê belav bike. Me ev yek bi biratiya gelên li Rojava vegot. Li gundekî gel bi rengekî komunal dijîn û jiyaneke komunal diafirînin. Di heman demê de qala pêvajoya azadkirina bajarê Reqayê jî dike. Têkoşîna şervanên YPJ û YPG'ê ya ji bo rizgarkirina bajêr, têkiliya şervanan a bi gel re nîşan dide. Rastiya civakê û şervanan radixe pêş çavan. Nîşan dide ku şervanan û gel bi hev re sîstemeke çawa afirandine. Ya herî girîng jî qala wê dike ku şervan ewlad, milîtan, bîrdarî, xwişk, bira û zarokên vî gelî ne. Gelek mijaran dinirxîne û bi vî rengî qala Şoreşa Rojava dike. Bêguman a ku hatiye qalkirin beşeke biçûk a rastiya Şoreşa Rojava ye."

ÊRÎŞAN NEKARÎ HUNERÊ RAWESTÎNIN

Nadya Dervîş ragihand ku li gel pirsgirêkên ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê her wiha êrîşên dewleta Tirk jî pirsgirêkeke mezin e, lê belê wan ti carî ji xwe re nekirin asteng û got, "Wê ti carî nebe asteng. Eger em di nava şoreşê de karên sînema yan jî hunerî dimeşînin, êrîş nikarin hunera me rawestînin. Beriya her tiştî di projeyên xwe de mijara herî zor û zehmet mijara lîstikvaniyê bû. Em bi rastiya gelekî welê re rû bi rû ne ku ji karên çand û hunerê bêpar e. Bi reng, çand, nasname û zimanê xwe nekarî hunerê bike, tevlî karê hunerê nebû. Di nava şoreşê de bi derfetên xwe, bi tecrûbeyên xwe yekemcar hunera şoreşê diafirînin. Lewma kêmasî hene. Bi taybetî tecrûbeya lîstikvanên me ji temenê şoreşê kêmtir e. Lîstikvanên di fîlm-rêzefîlm-şanoyan de dilîzin xwedî tecrûbeyeke demdirêj a hunerê nîne, bi giranî amator in. Kêmasiyên vê qonaxê hene, lê belê encama hatiye bidestxistin hêja ye. Di nava şert û mercên şer de bi derfetên kêm em ji sifirê destpê dikin. Bi demê re em ê bibin xwedî hunereke pispor. Di fîlmê 'Heval Kekê Min' de hevalên pispor hene. Her wiha hevalên me yên nû jî hene ku hînê nû dest bi lîstikvaniyê kirine. Em jinûve hîn dibin û jinûve hîn dikin."

BI RUHEKÎ KOLEKTÎF KAR TÊ KIRIN

Nadya Dervîş anî ziman ku senaryo beriya sal û nîvekê hate amadekirin û got, "Koma teknîkê, lîstikvan û hwd. beriya sê mehan dest bi amadekariyê kirin. Hin lîstikvan di rêze fîlma Evîna Kurd de bûn, hinek lîstikvanên me jî tevlî karên cuda yên rêze fîlm û fîlman bûbûn. Amadekariyên produksiyon û dekorê gelek wextê me derbas kir. Ji bo kişandina fîlm lê bê kirin maleke nû hate avakirin. Me destpêka vê mehê dest bi kişandina fîlm kir. Ji bo kişandina fîlm jî pêwîstiya me bi şert û mercên guncaw ên hewayê heye. Hewa carna bi tav e, carna bi mij e, carna bi toz e. Carna em neçar in ku dîmenekî çend caran bikişînin, heta ku dîmenê dixwazin bi dest bixin. Ji ber şert û mercên hewayê hin astengî çêdibin, lê em gihîştine astekê. Lîstikvanên me xwe tevlî rola xwe kirine. Lîstikvana me ya herî biçûk 13 salî ye û lîstikvana sereke ya fîlm tevî ku yekemcar e di fîlmekî de dilîze hîn bû, tevlî atmosfera fîlm bû. Weke tîm em bi ruhekî kolektîf kar dikin."

DI DEMEKE KURT DE TEVLÎ AHENGIYÊ BÛM

Hajîn Ebdurrehman Mihemed ji Qamişloyê ye û lîstikvana 13 salî ye. Di fîlmê 'Heval Kekê Min' de bi karaktera Nûjîn a rola sereke radaibe. Hajîn beriya dest bi lîstikvaniya fîlm bike di şano de lîstibû. Hajîn got, "Min sê lîstikên şano lîst. Hêjayî xelata şanogera herî baş hatim dîtin. Niha di fîlmê 'Heval Kekê Min' de bi rola sereke radibim. Bêguman zehmetiyên xwe hene ku mirov ji şano derbasî sînemayê bibe. Şano bi rengekî giştî ye, lê di fîlman de dîmenê bi detayan hene. Di vî warî de zehmetî hebin jî di demeke kurt de tevlî ahengiya rola xwe bûm. Bi karakterê Nûjîn radibim. Nûjîn dema ji dayik dibe kekê wê tevlî nava refên gerîla dibe, derfetê nabîne ku kekê xwe bibîne. Gerîlayê bi navê Baran nas dike û jê heye ku kekê wê ye. Fîlm bi vî rengî dewam dike."

Hajîn herî dawî diyar dike ku li Rojava divê fîlmên li ser berxwedan û têkoşîna gelê Kurd, fîlmên li ser Şoreşa Rojava û biratiya gelan zêde bibin.