Fîlma ‘Berfîn’ ya gerîlayan çêkirî wê li Hamburgê bê nîşandan

Fîlma Berfîn ku yek ji xebatên sînemaya gerîlayên Kurdistanê ye wê di 10’emîn Festîvala Fîlma Kurdî ya Hamburgê de were pêşkêşkirin.

Koma Sîne Çiya ku salên dirêjin xebatên xwe didomînin rexmî şert û mercên zehmet di nava hewldanê de ye ku keda Halîl Dag bidomîne. Koma ku dixwaze bi taybetî zimanê sînemaya çiya pêş bixe, herî dawî bi çêkirina fîlma ‘Berfîn’ re vê mîrateyê berdewam dike.

‘ME DÎMENÊ SERPÊHATIYEKÎ KU PKK’Ê AFİRANDÎ KÊŞA’

Koma fîlma ku ji bûyerekî rastî îlhama xwe girtiye got: “Di nava yên ku tevlî PKK’ê dibin de dayik û keç, bab û zarok, xwîşk û bira û endamên malbatê hene. Ev yek li ser me jî bandor kir. Bûyerên ku em bûne şahîdê wê jî hebûn. Mijara fîlmê serpêhatiyeke ku ras û hatiye jiîne. Nîşandana rastiyê û tişta ku hatî jiyîn li ser perdeyê pir zehmete. Ti tiştek ji bo cara duyemîn nayê jjiyîn, nayê nîşan dan jî. PKK’ê, serpêhatiyên ku ne dubare û ne jî kopyaya vê tineye afirand. Me hewl da bi qasî ku ji destê me bê vê serpêhatiyê nîşan bidin û vebêjin. Malbatekî Kurd heye ku ji ber guşarên sîstemê ji hev belav bûye. Em li hemberî wan hemûyan sekinîn û me meş û rêya jinekê ku keça wê têkoşîna azadiyê bijartiye û ketiye ser rêya wê, xistiye mijara xwe; her wiha rêwîtiya hundrîn ya keçikê jî li ser zêde dikin.”

Koma Sîne Çiya bi domdarî got: “Em PKK xwedî dîrokekî berxwedanê ne. Xwedî hezaran efsaneyên qehremantî û berxwedanê… her gerîlayek xwedî serpêhatiyekê ye. Pir nirxê me hene ku veşartî mane. Pêwîste ku wan nirx û danehevane veguherin berheman. Fîlma ‘Berfîn’ jî tenê beşek, serpêhatiyeke. Xwezya derfetên me hebûya ku me hemû serpêhatiyên xwe vebigota. Niha jî em dixwazin dilopekî ji behrê veguhezînin ser perdeyê.”

DI BIN ÊRÎŞÊN HEWAYÎ DE HATE KÊŞANDIN…

Endamên komê derbarê xebatên xwe de ev got: “Ji aliyekî ve balafira keşfê û êrîşên hewayî; ji aliyê din ve jî erkên ku pêvajoyê ser me ferz dikir… çêkirina berhemê di nav van şert û mercan de… tenê qonaxa vê ya senaryoyê ji ber mercên şer di pêvajoyekî nêzî du mehan de hate amadekirin. Pêvajoya kêşandina vê ji ber guhertina berdewamî ya cih û êrîşên hewayî, 8 meh pê çû. Montaja vê jî nêzî sê meh pê çû. Ji aliyekî pirsgirêkê me yê ewlekariyê hebû, ji aliyê din jî em bi xebatê xwe re kilît bibûn. Me bi fedakartiya mezin ya hevrêyên xwe ve karî ku vê xebatê bi encam bikin.”

Endamên komê ku dane zanîn piraniya lîstokvanên fîlmê gerîla bûne û wekî din jî ji çar perçeyên Kurdistanê jî lîstokvan cihê xwe di nava fîlmê de girtine wiha domandin: “Yek ji wana pispor nebûn. Em ji wan naxwazin ku rol bilîzin, bila xwe bilîzin. Helbet di destpêka vê de li pêşberî kamerayê nearamî çêdibe; zehmetiya vê dikêşînin ku ji derve çava xwe bibînin lê bi demê re vê motîvasyonê bidest dixin.”

YEKEMÎN PÊŞANDAN LI HAMBURGÊ YE

Fîlma ‘Berfîn’ ku Ozlem Arzeba derhênertiya vê girtî ser milê xwe, wê li 10’emîn Festîvala Fîlma Kurd a Hamburgê ku îsal wê di navbera 30 Cotmeh- 6 Mijdarê de pêk bê were nîşan dan.

Wê fîlm roja 6’ê Mijdarê saet 19:30’an li Studio Kîno’yê (Bernstorffstr. 93-95 22767 Hamburg) bo yekemîn car derkeve pêşberî temaşevanan.