Festîvala Mîhrîcanê ya Bîelefeldê dest pê kir

Festîvala Mîhrîcanê ya Bîelefeldê dest pê kir

25’emîn Mîhrîcana Muzîk û Reksên Gelerî yên Kurdan li bajarê Bîelefeld ya Almanyayê destpê kir.

Mîhrîcan seê sibê li ber şaredariya Bîelefeldê bi meşa koma folklor û kesên tevlî bibûn bi awayekî fermî destpê kir. kesên tevlî mîhrîcanê bibûn, bûka li ser hespê di cadeya herî qelebalix a bajar de derbas kirin Û piştre derbasî salona pêşbirka reks û muzîkê bûn.

LJi bo bîranîna kesên di şoreşe cîhan û Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin û niha li bendeyê ku kom ye bi yek derkevin ser dikê.

Di Mîhrîcanê de îro di navbera koman de hilbijartin dê bê kirin. Her komek muzîkê dê 8 deqeyan li ser dîkê bimîne. Mîhrîcana ku dê du rojan bidome bi giştî 23 komên muzîkê û 15 yên folklorê têbikoşin.