Festîvala mafên mirovan a navneteweyî ya Cenevreyê dest pê dike

Festîvala fîlman a mafên mirovan a navneteweyî ya Cenevreyê di 10'ê Adarê de dest pê dike.

Festîval û forûm wê bi beşdariya nûnerên mafên mirovan, siyasetmedar û gelek derhênerên li cîhanê navdar, pêk were. Di festîvalê de wê binpêkirina mafên mirovan li gelek welatan, ku Tirkiye jî di nav de heye, werin nîqaşkirin.

Forûm û festîval, ku her sal bi rengekî kevneşop tê lidarxistin, di 10'ê Adarê dest pê dike û wê heta 19'ê Adarê bidome. Mîna her sal, festîval îsal jî xwedî bernameyeke dewlemend e.

LI SER BERGÊ BELAVOKA FESTÎVALÊ WÊNEYÊ JINÊN KOBANÊ HAT BICIHKIRIN

Li ser belavoka ji bo danasîna festîvalê hate amadekirin, wêneyê jinên Kobanê yên di dema berxwedana Kobanê de li ser sînorê Pirsûs-Kobanê rewşa li bajêr dişopandin, hat bicihkirin. Di festîvalê de, tevî nîşandana fîlman wê forûm jî bên lidarxistin û binpêkirina mafên mirovan li welatan, bên nirxandin.

Gelek siyasetmedar û derhênerên ji welatên cuda yên cîhanê, wê di festîvalê de amade bin û temaşeker jî wê karibin mafê axaftinê bigirin û nêrînên xwe bêjin.

Di serî de Doktorên Sînornenas ên Navneteweyî, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Rojnamevanên Sînornenas û Raportorên Mafên Mirovan ên Taybet ên Neteweyên Yekbûyî wê bi dehan parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên mafên mirovan li festîvalê amade bin. Şerê li Rojhilata Navîn wê mijareke taybet a festîvalê be.

WÊ REWŞA ERDOGAN BÊ NÎQAŞKIRIN

Di forûma roja destpêkê ya festîvalê de wê binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê bê nirxandin. Forûma ku wê bi sernavê 'Li Tirkiyeyê mafên mirovan û serxweşiya hêzê ya Erdogan' pêk were, wê di 10'ê Adarê saet di 20:00 de dest pê bike. Raportorê Îşkenceyê yê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Nîls Melzer, rojnamevan-nivîskar Asli Erdogan, rojnamevan Yavûz Baydar û sosyolog Pinar Selek beşdarî vê rûniştinê bibin.

Di festîvalê de her wiha wê pêşangehên wêneyan jî bên vekirin û bi vî rengî bal bê kişandin ser komkujiyên li Rojhilata Navîn. Wekî din wê krîza penaberan jî bê nirxandin, ku ev yek pirsgirêka herî mezin a cîhanê ye.

Gelek derhênerên navdar, ku Samî Kanaan jî di nav de heye, wê tevlî festîvalê bibin. Di festîvalê de wê gelek fîlmên girîng jî bên nîşandan.