Festîvala Lêlûn a Fîlman a li Kampa Berxwedanê destpê kir

Bi tevlîbûna girseyeke mezin ji gelê Efrînê û şehba Fastîvala Lêlûn a Fîlman a Navneteweyî li Kampa Berxwedan a şehbayê hate lidarxistin.

Fastîvala Lêlûn a fîlman a Navneteweyî di roja xwe ya 1’emîn de li Kampa Koçberên Efrînê ‘Berxwedan’ bi dirûşma ‘Bi gulek nabe gulistan’ hate lidarxistin.

Di festîvalê de li gel Desteya Çand û Huner a Bakur Rojhilatê Sûriyê Eyşe Receb û Ronahî Hesen her wiha saziyên çapemeniyê yên derve jî amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan li ser navê Komîteya Amadekar a Festîvala Lêlon Mih El-Dîn Erselan axivî. Erselan diyar kir ku piştî xebatên 6 mehan û şûnde karîn vê festîvalê lidar bixin. Erselan destnîşan kir ku lidarxistina festîvalê ya di roja Aştiyê ya Cîhanê de didin nîşandan ku aştiyê dixwazin û bang li hemû cîhanê dawî li bêdengiya xwe ya li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bînin.

Cigira Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Hesen jî ji ANF’ê re axivî û destnîşan ku di nava şert û mercên koçberiyê de lidarxistina festîvaleke wiha serketineke mezin e û got: “Em vê festîvalê li hemû Kurdan bi taybet gelê Efrînê pîroz dikin. Ev festîval vîna gelê Efrînê, êş û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê radixe ber çavan. 58 fîlm di festîvalê de tê nîşandan. Ev jî peyama gelê Efrînê ya ji bo hemû cîhan ye.”

Hunermend Ciwan Hesen jî têkildarî strana ji bo Festîvala Lêlûn amadekirî axivî û destnîşan kir ku bi vê stranê xwestiye ku Çiyayê Kurmênc û xwezaya wê li cîhanê bide nasîn dîsa bi vê stranê ji bo cîhanê bide nîşandan ku Efrîn a hatiye dagirkirin peyama aştiyê dide cîhanê û dixwaze vegerin bajarên xwe.”

Di dewam festîvalê de koma stran û şano derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Di dawiyê de jî filmê bi navê ‘Kurdê’ hate nîşandan ku li ser jiyana Hunermendê Efrînî Bavê Selah e.