BI DÎMEN

Festîvala Elewî ya Brîtanyayê: Em ji bo azadiyê li hev kom dibin

Festîvala Elewiyan a Federasyona Elewî ya Brîtanyayê bi resepsiyonê destpê kir. Di resepsiyonê de li dijî polîtîkayên şer û bêedaletiyê peyamên azadiyê hatin dayin.

FESTÎVALA ELEWIYAN

Resepsiyona resepsiyona destpêkê ya Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê ya 12'emîn ku wê di navbera 15-16'ê Hezîranê li Londonê bê lidarxistin li mala cem pêk hat.

Di resepisyonê de nûnerên gelek saziyan, parlamenterên Partiya Karker, akademîsyen û nivıskar amade bûn.

Bi navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk Îbrahîm Avcil, Serokê Cemxane û Navenda Çanda Elewiyan a Îngilistanê Îbrahîm Has, hevserokên Fedreasyona Elewiyan a Brîtanyayê (BAF) Dîlek Încedal û Muslum Dalkiliç axivîn.

Hevseroka BAF'ê Dîlek Încedal diyar kir ku wê teslîmî zilm, polîtîkaya asîmîlasyon û înkarê ya li dijî Elewiyan û gelan nebin.

Serokê Cemxaneyê û Navenda Çanda Elewiyan a Îngilistanê Îbrahîm Has jî destnîşan kir ku festîval li dijî şer, bxizanî û newekheviyê pêk tê.

Piştre di resepsiyona festîvalê de bername hate nasandin. Di bernameyê de wê konser û panel bêne lidarxistin, şanoya zarokan û semîner pêk werin.