Festîvala Dersimê bi Cemê ya Yekîtiyê dest pê kir

Festîvala Dersimê ya 2017’an li Frankfûrtê ya Elmanya dest pê kir. Festîval bi Cemê ya Yekîtiya dest pê kir û bi panêla ‘Di Xeleka Qirkirinê de Dersim’ê berdewam kir. Festîval îro jî wê bi tevlêbûna gelek hunermendan berdewam bike.

Dersimiyên ku her sal li Ewropayê festîval cuda çêdikir îsal bi biryareke hevpar di yek festîvalê de gihaştin hev. Festîvala ku bi hevkariya Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), Federasyona Komeleyên Dersimê yên Ewropa (FDK) û Federasyona Yekîtiyên Dersimê yên Ewropa (ADEF) pêk hatî bi dirûşmên ‘’Meşa me ya heq û heqîqetê berdewam dike’, ‘’Li dijî qirkirina sirûşt, nasnamey, bawerî û çandê na’, ‘Çemê Munzurî Dersimo xoser de bê bendu phêl bido’ tê kirin.

Festîvalê îro dest pê kir û sibe jî wê bi gelek bernameyan berdewam bike.  Li gel komeleyên herêmê yekîtîyan jî standê xwe vekirin û wê çandên xwe bidin naskirin. Festîval îşev bi Cemê dest pê kir. Di Cemê de, ku Pîrên Elewî hazir bûn, bawerî, çanda Elewiyan ji bo nifşê nû hate vegotin. Di Cemê de hate gotin Elewîtî xweşbînî, yekîtî û dostanî ye û hate gotin divê hemû bawerî û yên cihê bi dostî werin dîtin. Di Cemê de gubeng hatin xwendin, gotebêjî hatî kirin, helalkirin hate xwestin û parî hatin dayin.

 ‘DIVÊ ZIMANÊ SERDEMA NÛ BERXWEDAN BE’

Di beşê pêşî yê îşev ê festîvalê de paneleke bi navê ‘’Di Xeleka Qirkirinê de Dersim’ bi tevlêbûna Zîlan Diyar, Kazim Cîhan, Cemal Taş, Erdogan Yalgin pêk hat. Zîlan Diyar got 1938 ji bo wan mîladek e  û got, ‘’Piştî vê pêvajoyeke bi 3 nifşan hat. Qirkirin tiştekî wiha ye ku mirov hevrûyê wê bibe dibe hêz û dema ku mirov jê birev dibe travma. Para travmayê li me hemûyan ketiye. Di vê qirkirinê de 100 hezar mirov jiyana xwe ji dest da. Ne tenê mirin çêbûn, mirov ji şûnwarên xwe jî bûn. Îro Dersimiyên ku li Stenbolê, li Ewropayê dijîn gelek ji yên ku  li Dersimê dijîn zêdetir in. Ev e qirkirin’’ . Bi domdarî got bi qirkirina 1938’an Xweseriya Dersimê ya bi sedan salan hatiye tinekirein û wan jî nekariya ku vê xweseriyê biparêzin.

Diyar got, Dimilkî li ber tinebûnê ye û got, ‘’Ev sûcê me ye. Heke li vir li Ewropa em nikaribin li zimanê xwe xwedî derbikevin û nikaribin pê xewnên xwe bibînin ev sûcê me ye. Divê dê û bav ziman hînî zarokên xwe bikin. Ji ber ku ziman hebûna giyanekî ye. Heke hebûna tiştekî nebe em nikarin behsa vê bikin. Ji bo vê jî divê her kes li zimanê xwe xwedî derbikeve.’’

Diyar got divê zimanê serdema nû ne êş û mexdûrbûn be û wiha domand: ‘’Berê mirovan nikarîbûn li cenazeyê xwe xwedî derbikevin. Îro jî nifşê nû li dijî qirkirinê li ber xwe dide. Mînak herî dawî bavekî ji bo ku hestiyê zarokê xwe bistîne 90 rojî li ber xwe da. Nifşê nû li ber xwe dide.’’

 ‘XWESERIYA DERSIMÊ BI AZADIYA KURDISTANÊ Û ROJHILATA NAVÎN PÊKAN E’

Kazim Cîhan jî got Dersim berhema kêşeyeke dîrokî ye û got, ‘’Netew-dewletê derxistiye holê. Netew-dewleta serwer yekrengî afirand. Ev li Meksîka, li Emerîka, li Kurdistanê û Dersimê jî wiha ye. Ev netew-dewlet bû sedem hilweşînê. Ji vê re jî şaristanî dibêjin. Piştî têkçûna Osmanî li şûn biratiya îslamê Tirkîtî hat. Qira Ermen, Koçgirî, Dersimê anîn. Takrîr-î Sukun îro jî heye. Navê wê îro Qeyûm e. Hilweşîn Sûr û Cizîrê ev e. Şerê taybet li Kurdistanê vê ferz dike. Îro ev didome, Dersim li gor wan serê pizrikê bû. Serê xwe ji wan re neditewand. Ji bo vê qir kirin. ‘’

Cîhan herî dawî got, ‘Xweseriya Dersimê tenê bi azadbûna Kurdistanê  û Rojhilata Navîn pêkan e û bang kir ku her kes bibe parçeyek ji têkoşînê.

‘QIRKIRIN ÎRO JÎ BERDEWAM E’

Cemal Taş jî bal kişande ser qirkirina sirûşta Dersimê û got piştî qirkirinê mekanên pîroz ên Dersimê jî hilweşandine û hewl dane ku sirûşta wê tine bikin. Taş got dixwazin gelek çiya û sirûşta Dersimê tine bikin û ev jî qirkirinek e.

Erdogan Yalgin jî behsa dîroka dînan kir û got bi baweriyên yek xwedayî hewl hatiye dayin ku baweriyên din werin tinekirin û got, ‘’Yek ji van baweriyan jî Elewîtî ye. Bi taybetî mêtingerên Tirk ev bi sedan sal in li ser qira Elewiyan tînin. Dersim jî parçeyek ji vê polîtîkayê ye. Xwestin ku Kurdên Elewî werin tinekirin. Ev qirkirin bi vê armancê ye.’’

Kemal Karabulut jî bi belgefîlmekê qirkirina Dersimê nîşan da. Di belgefîlm de şahidên wê demê behsa wan rojan dikin.