Fatma Tûnç: Em dixwazin wêjeya Kurdî li her derê bi pêş bixînin

Hevseroka Komeleya Wêjevanên Kurd Fatma Tûnç anî ziman ku armanca komeleyê ew e ku wêjeya Kurdî li her derê xurt bike û bi pêş ve bibe.

Komeleya Wêjevanên Kurd sala 2020'î li Amedê ava bû. Komele li 15 bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê xwedî nûnertî û zêdeyî 100 endaman e. Hevseroka Komeleya Wêjevanên Kurd Fatma Tûnç qala armanca komeleyê kir.

Tûnç destnîşan kir ku armanca komeleyê ew e; wêjeya Kurdî li her derê bi pêş ve bibe, xurt bike û got, mîna her tiştî pêwîstiya wêjeyê jî bi herdaîmî heye. Tûnç wiha dewam kir, "Ji bo timî bibe, ji bo bigihêje nifşên nû bêguman beriya her tiştî divê ziman bê pêşvebirin. Yanî di nava civakê de her ku xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê zêde bibe, wêje jî wê derkeve pêş û bigihêje nifşên nû. Di vir de mirov dikare balê bikişînin ser çend mijaran.

Ya yekemîn, kêmbûna rêjeya xwendina bi Kurdî tê wateya serketina polîtîkayên asîmîlasyonê yên sîstemê. Ya duyemîn, helwest û nêzîkatiya li hemberî van polîtîkayan e. Bi dîtina min pêşîgirtina li vê yekê tiştekî zêde tevlîhev nîne. Sîstem polîtîkayên asîmîlasyonê dewam dike. Ya girîng ew e ku ev polîtîka bê teşhîrkirin, ji bo parastina ziman kar bê kirin. Dema ku ji vî alî ve kar bê kirin, hingî zimanê dayikê wê li her qadê belav bibe û hejmara xwendevanên wêjeya Kurdî jî wê zêde bibe.

Wêje û nivîskar yekser işaretê bi nasnameya cewherî dikin. Dema ku işaret bi vê yekê hate kirin hingî rêya ber bi heqîqetê ve tê vekirin. Dema ku ev rê vebû, yanî nasname û heqîqet gihîştin hev hingî mesele temam dibe. Dema ku hûn neteweyeke dezavantaj bin, yanî dema ku hûn mezlûm bin û êrîş li ser hişê we hate kirin, hingî her kes wê çav berde dewlemendiya we. Mixabin Kurdan di vê mijarê de gelekî êş kişandin. Em ji ku bi vê zanin? Bêguman em ji lêkolînên hatine kirin û hîn jî têne kirin bi vê zanin. Bi saya van lêkolînan em fêhm dikin ku ev delîl û belge ji hişê çandî yê Kurd hatine dizîn."