Ermenîstan xwe ji hilbijartina serokkomariyê re amade dike

Ermenîstan xwe ji hilbijartina serokkomariyê re amade dike

Ermenîstan xwe ji hilbijartinên serokkomartiyê re amade dike. Hat diyarkirin ku yek ji namzedên hilbijartinê Paruir Airiky an li paytext Êrîvanê hate gulekirin. Kurdên li Ermenîstanê xwedî şêniyek zêde ne, ji niha ve piştgiriya xwe ji bo Serokkomarê niha Serj Sarkisyan diyar kirin.

Hat diyarkirin ku Airikyan di êrîşê de ji milê xwe birîndar bûye, rakirine nexweşxaneyê û niha rewşa wî baş e.  Polîsên Ermenî jî li êrîşkar digerin.

Ji bo hilbijartina ku dê 18’ê sibatê pêk bê, dê 8 namzed bikevin pêşbaziyê. Airikyan û Serokkomarê Ermenîstanê Serj Sarkisyan niha weke navên favorî derdikevin pêş.

Bi îdîaya di hilbijartinên 2008 de hîle hatibû kirin, li welat çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin û di xwepêşandanan de 10 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

Aboriya Ermenîstanê di navbera salên 2008-2009 de ziyanek ji krîza aborî ya gerdûnî girt.  Ji ber pirsgirêka Karabaxê nêzî 20 salan e Tirkiye û Azarbeycan embargo li ser Ermenîstanê pêk tînin.

KURD PIŞTGIRÎ DIDIN SERJ SARKISYAN

Li Ermenîstana ku şêniya wê zêdetirê 3 milyonê ye hejmarek girîng a Kurdan heye. Roja 25’ê çileyê saziyên Kurd bi daxuyaniyek hevpar ragihandin ku ew ê di hilbijartinê de dengê xwe bidin Serj Sarkisyan.