Ermenîstan: Têkiliyên bi Tirkiyeyê re serneketin

Ermenîstan: Têkiliyên bi Tirkiyeyê re serneketin

Serokê Ermenîstanê Serj Sarkîsyan di axaftina ku li Meclisa Parlementerên Konseya Ewropayê de kirî, got hewildanên sererastkirina têkiliyên bi Tirkiyeyê re serneketin. Sarkîsyan sedemê wê jî weke, Tirkiye ji sererastkirina têkiliyan re ne amadeye nîşan da û nêzîkatiyên Tirkiyeyê jî weke êmin kirina civaka navnetewî nirxand.

Sarkîsyan di Meclisa Parlementerên Konseya Ewropayê de axivî û behsa xebatên derbarê têkiliyên bi Tirkiyeyê re kir û da diyarkirin ku, protokola hatî îmzekirin ji aliyê parlementoya Tirk ve nehate qebûl kirin. Sarkîsyan destnîşan kir ku, ji ber ku di demek nêz de jî nayê erê kirin, têkilî sererast nebûn.

Sarkîsyan, hinek pêşniyarên vê dawiyê hikumeta Tirk jî kirin, weke “hewildanên êmin kirina civaka navnetewî” nirxandin. Lîderê Ermenî aşkera kir ku, wana tucarî ji Tirkiyeyê daxwaza axê nekirine.

Sarkîsyan da zanîn ku, di pirsgirêka Daglik Karabag de jî Ermenîstan çareseriya aştiyane dixwaze, lê belê Azerbaycan astengiyên sunî çêdike û hewil dide pirsgirêkê bi hêzê çareser bike. Sarkîsyan diyarkir ku, Daglik Karabag axek ya Ewropayê ye û bang li Konseya Ewropayê kir ku, bi rêveberiya Ermenî ya herêmê re bikevin têkiliyan.

Ermenîstan di mehên Gulan-Mijdara îsal serokatiya demê ya Konseya Ewropayê dike