Engîn Sîncer di 10’emîn salvegera şehadeta xwe de tê bîranîn

Engîn Sîncer di 10’emîn salvegera şehadeta xwe de tê bîranîn

Yek ji pêşengê Tevgera Azadiya Kurdistan Engîn Sîncer (Erdal), di 10’emîn salvegera şehadeta xwe de bi dirûşmaya “Jiyana heqê wê hatiye dayîn” li gundê lê jidayikbûye bi girseyî wê bê bîranîn.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û yek ji fermandarên ARGK’ê Engîn Sîncer ê di 17’ê Tebaxa sala 2013’an de jiyana xwe ji dest da wê gundê Topalan ê bi Bazarcixê ve were bîranîn.

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amadê Osman Baydemîr, Serokê Komeleyên Pîr Sultan Abdal Kemal Bulbul, Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî jî di nav de gelek rewşenbîr û siyasetmedar jî wê beşdarî bîranînê bibin.

Aktîvîteya ku ji aliyê malbata Sîncer ve tê organîzekirin, di 17’ê Tebaxê roja Şemiyê de wê pêk bê. Bi mebesta bîranîna bi dirûşmaya  “Jiyana heqê wê hatiye dayîn”, “Di sala 10’emîn de em Engîn Sîncer bi bîr tînin” dê were lidarxistin, ferdên malbata Sîncer û xizmên wan li bajarê Maînz ê Elmanya hatin gel hevdu. Ferdên malbatê bi wesîleya bîranînê xebat nirxandin.

Malbata Sîncer bi wesîleya 10’emîn salvegera şehadeta Sîncer gelê Kurd û dostên Kurdan dawetî bîranîna ku dê were lidarxistin kirin. Malbatê ev bangawazî kir: Em welatparêzê mezin, şoreşger û mirovê dozê  Engîn Sîncer di 10’emîn salvegera şehadeta Wî de bi bîr tînin. Fermandarê rûken Heval Erdal, emrê xwe fedayî azadiya gelê Kurd kir. Erdal, hi bo maf û azadiyên bingehîn, ji bo tervayî cudatî, fikir û bawerî bi awayekî  azad xwe îfade bikin têkoşiya.”

Ferdên malbatê dan xuyakirin ku aktîvîte tê wateya bîranîna tevayî şehîdên Bazarcixê.

Axaftvan: Gultan Kişanak, Kemal Bulbul, parêzer Levent Kanat, nivîskar  Îsmaîl Beşîkçî.

Aktîvîteya olî: Cem, Mehmet Nurî Tanrikulu, Garîp Bozkurt (Pîr Garîp), nûnerê Asûriyan.

Bernameya Muzîkê: Ferhat Tunç, Ozan Diyar, Agirê Jiyan, Denîz Deman, koma herêmî.