'Em xeta hunerê ya Şehîd Yekta bi giyanê Newrozê geş bikin'

Koma Şanoya Çiya têkildarî 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Em xeta xwe ya hunerê ya Yekta Herekol ê ku di 27’ê Adara 2004’an de li Helebê agir bera bedena xwe da, bi giyanê Newrozê li civakê belav bikin.”

Şanoya Çiya ya ku girêdayî Akademiya Çand û Hunerê ya Şehîd Sefkan a Tev-Çandê têkildarî 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şehîd Erdoğan Kahraman (Yekta Herekol) ji bo şanogerên Kurdistan û Rojhilata Navîn nirxekî mezin e û hate gotin, “Em di sala 14’emîn a şehadeta wî de Şehîd Yekta bi hurmet bi bîr tînin. Şehîd Yekta di 27’ê Adara 2004’an de ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û zextên li ser gelê Rojava li bajarê Helebê yê Sûriyeyê bedena xwe de da ber agir.”

BÛ SEMBOLA HUNERA ŞOREŞGER

Şehîd Yekta Herekol di nameya xwe ya beriya çalakiya fedaîbûnê gotibû ku, ‘Em serdemeke gelekî dijwar û ew qasî jî bi heybet dijîn. Ji bo vê jî barê giran li ser milê me kadro, ronakbîr û hunermendan e. Şertê yekemîn ê vî tiştî jî ev e ku divê mirov ji gel hez bike. Heke mesele gel û hunermendên gel be divê mirov zêdetir baldar be û berpirsyar tevbigere. Vê çalakiya min a xweşewitandinê him ji cîddîbûna peywiran, him ji bo lêborîna ji hevalan û him jî ji bo silavkirina berxwedana Rêbertiya me ya li Zindana İmraliyê û ji bo silavkirina şehîdên Qamişlo û Efrînê ye.’ Şehîd Yekta Herekol yek ji mîmarê hunera şoreşger e îro bûye sembola hunera şoreşger a li Kurdistanê.

ZÊDETIR ŞANOYA ŞOREŞGER

Em bi wesîleya Roja Şanoyê ya Cîhanê di şexsê Şehîd Yekta de, Şehîd Baran, Şehîd Sarya, Şehîd Hêvî, Şehîd Rêzan, Şehîd Zerdeşt û Şehîd Dağıstan de hemû şemû şehîdên xwe yên têkoşînê bi bîr tînin û em dibêjin divê em şanoya şoreşger zêdetir pêk bînin. Li hemberî vê qirkirina çandî em bang dikin ku em alaya têkoşîna çand û hunerê bilintir bikin.”