BI DÎMEN

‘Em bi govend û cil-bergên xwe yên Kurdî bersiv didin êrîşên qirkirinê’

Mamoste û şagirtên Koma Şehîd Şîlan a Çand û Hunerê ya Baqî Xido a govendê diyar kirin ku ew bi rêya govendê kevneşopiya xwe diparêzin û gotin, “Em bi govend û cil û bergê xwe yên Kurdî bersivê didin êrîşên qirkirinê."

BI RÊYA GOVENDÊ KEVNEŞOPIYA XWE DIPARÊZIN

Govend tê wateya hunera jiyanî bi awayekî teqlîd bê nîşandan. Her wiha govend wek beşeke şano (şanoya bêdeng) jî tê pênasekirin. Govend di encamê şopandina bûyerên jiyanê ya rojane û ew bûyer bi rêya govendê tên nîşandan. Govend jî ji 3, 4 heta 5 kesan û şûnda tê lîstin.

Yek ji çandên sereke û xwedî taybetmendiyeke cuda di nava netewa Kurd de lîstina govendê ye. Ew govend jî weke çîrokekî ji nifşekî vedughere nifşekî din. Govend jî xwedî çîrok û serpêhatiyên cuda cuda ye ku têda bûyerên hatinî qewmandin bi rêya govendê tê diyarkirin, ew bi xwe zimaneke û têde peyamek tê dayîn.

Ji destpêkirina şoreşa Rojava û vir ve xebatên govendê ya di dema rejîmê de ku bi awayekî veşartî dihatin kirin veguherî xebateke berbiçav û cihê xwe jî di bin sîwana TEV Çand û li navenda çand û huner a Baqî Xido cihê xwe girt in. Yekemîn koma ku li Kobanê piştî şoreşê ava bû, ew jî Koma Şehîd Şîlan e. Ev kom bi dîlanên cuda yên herêmên Kurdistanê li ser dikê ji gel re bi çîrok cuda pêşkêş dikir in.

Koma şehîd Şîlan Kobanê yek ji komên ku di her şahiyê de cihê xwe digrin û bi dîlanên xwe kêfxweşî û hezkirinê dikin dilê gel. Koma Şehîd Şîlan jî yek ji komên ku piştî koma Şehîd Sînan û beşekî ji wê komê ye, hatiye avakirin. Têkildarî Koma Şehîd Şîlan şagirt û mamosteyan ji ANF`ê re axivî.

Mamosteyê Koma Şehîd Şîlan Mihê Izedîn, li ser girîngiya xebatên govendê wiha dibêje, “Bi destpêkirina şoreşa Rojava re gelek kom hatin avakirin. Ev kom jî ji wê rojê heta niha rêwîtiya xwe didomîn e. Gelek govendên herêma Kurdistanê em dilîzin, bêhtirî wê jî ya filiklora Kobanê ye. Govenda Amed, Riha û Dîlokê jî em dilîzin. Bi van govenda jî em kevneşopiya xwe diparêzin. Dagirkerî her dixwaze ew kevneşopiya me û çanda me qir bike. Bi van govenda jî em kevneşopiya xwe diparêzin. Em jî bi govend û cil û bergê xwe yê Kurdî bersivê didin êrîşên qirkirinê."

Şagirta govendê a bi navê Sîbel Mehmûd jî anî ziman ku ew bi lîstina govendê xwe gelek bextewar hîs dike û wiha axivî, “Ez hîs dikim ku difirim. Ev pênc sal in ez li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido cihê xwe digirim. Niha di koma şehîd Şîlan de cihê xwe digirim û govendê digrim. Em govendên xwe digerînin û di nava hefteyê de du rojan em tên perwerdekirin da ku em di şahiyan de govenda xwe bilîzin. Govendê me jî ji herêmê Kurdistanê ye û em her carê çîrokek bi rêya govendê ji temaşevanan re pêşkêş dikin. Ji govendê hezdikim û dema derdikevim ser dikê gelek bi kelecanî dibim."

Şagirtê bi navê Baran Silêman, jî ku yek ji şagirtê Koma Şehîd Şîlane, da zanîn ku ew bi filiklor û cil û bergên xwe yê Kurdî dîlanê dilîzin û wiha got, “Em bi dîlanê herêmê xwe derdikev in ser dikê. Her car kelecaneke cuda em dijîn. Di dîlanê de em cihê xwe di her şahiyê de digrin, ew jî ji bo me kêfxweşiyeke nayê pênasekirin. Hezkirina me ya bi govendê jî wiha ye."