Elmanyayê kampên penaberan teslîmê rastgiran kiriye!

Elmanyayê kampên penaberan teslîmê rastgiran kiriye!

Derket holê ku peywirdarên li kampa penaberan a Elmanyayê ku îşkence û heqeret li panberan kiribûn, têkiliya wan bi Neonaziyan heye. Xebatkarên şîrketa ewlehiyê ya European Homecare ku li 40 kampên paneberan ên Elmanyayê xizmetê didin, derket holê ku piraniya wan rastgirin. 

Li bajarokê Burbach a eyaleta Nordrheîn-Westfalen li kampeke penaberan peywirdarên Makus H û Markus K, îşkece li penaberekî Cezayîrê yê 28 salî kiribûn. Derketibû holê ku yek ji wezîfedaran penaberê Cezayîrî li erdê dirêj dike û bi lingên xwe pê li rûyê ciwan dike û dîmenê vê jî bi telefonê kişandibûn

Malpera înternetê Spîegel Onlîne diyar kir ku li milê îşkencekar Makus H, nivîsa ku li derdora Neonaziyan zêde ye ya wekê ‘Rêz û Şeref’ heye. Di nûçeyê de  hat gotin ku  peywirdarê  30 salî der barê nivîsa li milê xwe de gotiye ‘Ev hewesa ciwantiyê ye’ û  her wiha gotiye ku ‘ger îroba min tiştek wisa nedikir.

Li gorî agahiyên ku Spîegel Onlîne daye, Makus K û Makus H, di lêpirsîa xwe de îdia kirin ku ji bo êrîşa penaber bisekinîne ew li erdê dirêj kirine û di encam vê de ev bûyer pêk hatiye.

PIRANÎ RASTIRIN

Di nûçeya kovarê de tê gotin ku der barê peywirdarekî berê yê li kampa Burbach maye de jî ji ber bikaranîna heman sembolan lêpirsîn hatiye vekirin. Di nûçeyê de hat gotin ku piranî kesên rastgir li yurdan hatine peywirdarkirin.

Peywirdarekî berê kampa ji rojnameya  Siegerland Kurier  re axivî û diyar kir ku gelek hevalên wî rastgirbûne.

Wezîrê karê hundir yê eyaleta  Nordrhein-Westfalen duh daxuyaniyek da û der barê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.

40 KAMP RADESTΠVÊ ŞÎRKETÊ HATIN KIRIN

Nêzî 40 kampên penaberan ên Elman teslîmê şîrketa taybet ya bi navê European Homecare hate gkirin. Navê şîrketê di sala 2003’an de jî li Avusturyayê li kampa penaberana bajarê Traîskîchen bi skandalan hatibû rojevê. Penaberekî Çeçen hatibû kuştin. Her wiha jinek rastî tecawizê hatibû.