Eleqeyeke zêde ji bo Festîvala Çanda Kurd a Skandinavyayê

Festîvala Çanda Kurd a Skandinavyayê îsal li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê çêbû.

Festîval vê dawiya heftiyê li meydana Radhuspladsenê ya bi pozîsyona paytext çêbû. Li festîvalê dîmenên rengîn derketin holê.

Qad bi rengên Kurdewarî hate xemilandin, bi standên ku hatin vekirin çanda Kurdan hate nasandin, turîst û şêniyên Kopenhagê bi muzîka Kurdî hol kirin.

Li festîvalê zarok jî nehatin jibîrkirin. Ji bo zarokan bernameçêkerê Zarok TV ji bo zarokan performansa xwe nîşan da û bala zarok û mêvanan kişande ser xwe.

Di festîvalê de geşedanên siyasî yên Kurdistanê jî hatin nirxandin. Kurdê Kurdan siyasetmedar Soren Sondergaard û Berdevkê KCDK-E'yê Yuksel Koç axaftinek kirin.

Sondergaard got divê Ewropa têkoşîna Kurdan a li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ji bî nekin, Koç jî bal kişande ser dagirkeriya qeyûman û got bi ti awayî vîna Kurdan wê nikaribe were şikandin.

Li festîvalê gelek caran bi dirûşma ''Bijî berxwedana Amedê, Wanê û Mêrdînê'' berxwedana li dijî qeyûman hate slavkirin.

Li festîvalê her wiha Kemalê Amedê, Hozan Gursel,Şerîf Omerî, Diljen Ronî, Seyfîn Sêwidî, Melek Rojhat, Funk the System strandin.