EJF: Tirkiye dixwaze rojnamevanan bi sucdariya terorîst bê deng bike
EJF: Tirkiye dixwaze rojnamevanan bi sucdariya terorîst bê deng bike
EJF: Tirkiye dixwaze rojnamevanan bi sucdariya terorîst bê deng bike
Piştî ku konfederasyonên ku nunertiya 3,4 milyonkarker , memûr, akademîsyen dikin li Swêdê bi daxuyaniyekê bal kişandin ser binpêkirinên mafan û azadiyê çapemeniyê ya li Tirkiyeyê û nerazîbûn nîşanî Serokkomarê Tirk Abdullah Gul ku hatibû serdana Swêdê dan, her yek ji Serokê Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EJF) Arne Konig û Federasyona Rojnamevanên Swêdê (SJF) Jonas Nordling daxuyaniyên cûda dan û zextên li ser çapemeniyê yên li Tirkiyeyê şermezar kirin.
Serokê EFJ’ê Konig diyar kir ku rojnamevan ji ber ku li Tirkiyeyê karê xwe dikin, helwesta hukûmetê rexne dikin tên girtin û bi armanca bêdengkirina rojnamevanên din jî rojnamevanan bi sucdariyên terorîst tawanbar dikin.
Serokê SJF’ê Nordling jî bi bîr xist ku Tirkiye di warê girtina rojnamevanan de li cîhanê yekemîn e û ji ber ku rayedarên Swêdî bêyi ku şertên azadiya çapemenî û ramanê bîne rojevê, bi Tirkiyeyê re belgeyên hevkariyên stratejîk îmze kirin, nerazîbûn nîşanî vê helwesta hukûmeta Swêdê jî da.
Binpêkirinên mafê azadiya çapemenî û azadiya ramanê yên desthilatiya AKP’ê, di dema serdana Serokkomarê Tirk Abdullah Gul a li Swêdê de jî berdewam kirin. Ji bo li parlemento û serokwezareta Swêdê pirsên rexnegerî yên rojnamevanan ên ku dê ji Gul bihata pirsîn were astengkirin hewldaneke gelek xurt pêk hat û nehiştin rojnamevanên muxalîf û Suryanî tevlî civîna çapemeniyê ya li Grand Hotelê bi beşdariya Gul pêk hat bibin.
SJF’ê vê yekê bi sernavê “Rojnamevan negirtin civîna çapemeniyê” bûyerê ragihand. SJF’ê di malpera xwe ya înternetê de got: “Hema saeteke piştî ku Abdullah Gul li Parlementoya Swêdê behsa têkiliyên deh salan ên dîrokî yên di navbera Swêd û Tirkiyeyê de bike, me li kolanên Stockholmê dît ku li Tirkiyeyê demokrasî û sansur çi ye.”
Di nivîsa bi îmzeya rojnamevan Dikran Ego û Murat Kuseyri de, tê diyarkirin ku Şevê Çapemeniyê yê Wezareta Derve û personelên wê vê yekê dîtine, lê belê mudaxele nekirine û wiha tê gotin:
“Nehiştin emtevlî civîna çapemeniyê bibin, bi vê yekê ne tenê mafê me yê demokratîk bin pê kirin, di heman demê de nîşan dan ka sansura bi modela Tirkan ya li hemberî demokrasiyê çawa ye. Li wir çapemeniya ku weke desthilatiya siyasî difikire hebû. Lê ji bo du rojnamevanên ku weke versiyona demokrasiyê ya ku Abdullah Gul li Parlementoya Swêdê pesnê wê dida, nafikirin cih tune bû.
Serokê SJF’ê Nordling bi bîr xist ku li Tirkiyeyê li gel rojnamevanan, li dijî sendîkavanan jî zext hene û zêdetirê sed sendîkavan di girtîgehê de ne. Her wiha got ku dê şandeyek bi pêşengiya Seroka Sendîkayên Memûran a Swêdê (TCO) Eva Nordmarkê biçe Tirkiyeyê û rewşê ji nêzîk ve bişopîne.