DYA û Îngilîstan sefaretxaneyên xwe ên li Yemenê digire
DYA û Îngilîstan sefaretxaneyên xwe ên li Yemenê digire
DYA û Îngilîstan sefaretxaneyên xwe ên li Yemenê digire
DYA’yê roja Yekşemê qismek mezin nûnertiyên xwe ên li welatên Ereb girtin. Îro jî bang li dîplomatên xwe ên Yemenê kirin ku welat terk bikin.
DYA û Îngilîstanê ji ber “ihtimala êrîşên mezin” roja Yekşemê nûnertiyên xwe ên welatên Ereb hemû girtibûn. Îro jî bang li dîplomatên xwe ên Yemenê kirin ku welat terk bikin.
Îngilîstanê jî heman tişt pêkanî. Ji roja Yekşemê ve sefaretxaneyên DYA û Îngilîstanê ku girtîne, dest bi vala kirinê kirin. Li paytextê Yemenê Sanaayê, li ber sefaretxaneya Îngilîstanê ewlehiyên awarte hatin girtin.
Rayedarek yê Wezareta Karê Derve yê Îngilîstanê ji AFP’ê re axivî û got: “Ji ber sedema ewlekariyê pirsgirêk rû didin. Heta ku personelên sefaretxaneyê vegerin dê girtî be.” Rayedarên Îngilîz aşkera kiribû ku, dê heya dawiya Cejna Remezanê sefaretxaneya li Sanaayê girtî be.
Wezareta Derve ya DYA’yê jî hişyarkirin ku, neçin Yemenê. Di daxuyaniya ku têde hate gotin ku, “Eger hûn pilan dikin biçin Yemenê, dibe ku çalakiyên terorî çêbibin ji ber wê neçin” û bang li DYA’yiyên li Yemenê jiyan dikin jî hate kirin ku vegerin.