Dr. Rojîn Mukiryan: Çênabe ku azadîxwaz li hember tecrîda li ser Ocalan bê helwest bin

Siyasetnas û çalakvana mafên mirovan Dr Rojîn Mukiryan daxwaz ji jin û çalakvanên mafên mirovan û azadîxwazan dike ku li hember tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan helwesta wan hebe û dengê xwe bilind bikin.

Siyasetnas û çalakvana mafên mirovan Dr Rojîn Mukiryanê hevpeyvînek da ANF’yê û behsa rol û pêgeha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di şoreşa rizgariya jinan û gelan de kir. Rojîn Mukiryanê her wiha amaje da wê rola Abdullah Ocalan ku di zindîkirina gelê Kurd de lîstiye. Tevî vê yekê diyar kir ku nêzî sê salan e tu xeberek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û daxwaz ji jin û çalakvanên mafên mirovan ê azadîxwazan kir ku li hember tecrîdê xwedî helwest bin û dengê xwe bilind bikin.

Dr Rojîn Mukiryanê di hevpyevîna xwe de wiha got, “Ji bo aştiyeke hertimî ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn û hetta ji bo cîhanê jî azadiya Ocalan pêwîst û çarenûssaz e. Ji ber ku fikirên Ocalan fikirên rizgariyê ne.”

Hevpeyvîn bi vî rengî ye:

Abdullah Ocalan rêberê tevgera azadîxwaz a Kurd û di heman demê de jî teorîsyenekî siyasî ye ku heta niha 40 pirtûk li ser pirsgirêka Kurd, pirsgirêka jinan û Rojhilata Navîn û li ser pirsgirêkên jîngeh û şaristaniyetê û li ser modernîteya kapîtalîst nivîsîne. Di rastiya xwe de Ocalan kesek e ku dirûşma jin, jiyan, azadî afirandiye û formûle kiriye. Ocalan dibêje, “Jin yekemîn kole û dagîrkiriya dîrokê ye. Lewma azadiya civakê di azadiya jinan de ye. Ji ber ku desthilat û dagîrkeriya li ser jinan bûye bingeha hemû cureyên desthilatdarî û hiyerarşiyê.” Ocalan ew feylesof e ku dibêje tenê şoreşa jinan dikare me ji wan qeyranên mezin ên şaristaniyetê rizgar bike. Ji ber ku jin nûnertiya civaka siruştî dikin. Ocalan ew kes e ku li Tirkiye û li hemû parçeyên Kurdistanê gelê Kurd ji pişaftin û jinavçûnê rizgar kir. Çênabe ku em ji bîr bikin. Dema ku PKK hate damezrandin, ne tenê dewleta Tirk, her wiha Kurdan jî hebûna xwe înkar dikir û nasnameya xwe red dikir. Ocalan careke din nasnameya Kurd zindî kir. Ocalan ew feylesofê mezin e ku di sala 1999’an de di encama komployeke navneteweyî de hate revandin û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Ji wê demê ve heta niha di odeyeke takekesî de tê zîndanîkirin. Di zîndanê de teslîm nebû, li ber xwe da û têkoşînek da destpêkirin. Di rastiyê de Ocalan bi rêya nivîsên xwe yên zîndanê şoreşeke zihnî û hizrî li ser bingeha azadiya jin û siruştê da destpêkirin. Ew fikirên wî bûn haveynê tevgerên femînîst û neteweyên bindest. Ew fikir ne xeyal in, niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatine. Lê belê niha nêzîkî sê salan e ku tu xeber ji wî nayê girtin, têkiliya wî ya bi derve re hatiye qutkirin û nahêlin ku parêzer û malbata wî biçin serdana wî. Di şert û mercên bi temamî neasayî û nemirovî de hatiye zîndanîkirin ku li dijî qanûnên dewleta Tirk û qanûnên navneteweyî ye. Her tim îşkenceya derûnî lê tê kirin. Rewşa wî ya tenduristiyê di rewşeke xerab de ye. Lewma li ser me çalakvanên mafên mirovan, femînîst û tevgerên sivîl û şoreşger û azadîxwaz ferz e ku em li hember wê bêedaletiya li hember Ocalan tê bikoşin û bixebitin û fişarê bixin ser dewleta Tirk. Ji bo aştiyeke hertimî ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn û hetta ji bo cîhanê jî azadiya Ocalan pêwîst û çarenûssaz e. Ji ber ku fikirên Ocalan fikirên rizgariyê ne.