BI DÎMEN

'Ji bo avakirina civaka demokratîk em bi gel re dicivin'

Endama Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Sema Koç têkildarî kampanya 'Ji bo avakirina civaka demokratîk em bi gelê re dicivin' daxuyanî da û destnîşan kir ku ev kar ji bo avakirina aştiyê gelekî girîng e.

SEMA KOÇ

Ji bo 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ku di 27'ê Sibatê de hate eşkerekirin bigihêje beşên berfireh ên civakê, kar dewam dike. DEM Partî bi kampanya 'Ji bo avakirina civaka demokratîk em bi gelê re dicivin' dixwaze mal bi mal bigere û ji gel re qala pêvajoyê bike.

Di çarçoveya banga 'Biçin nava gel' a Rêber Apo de DEMP artî dixwaze li Amedê bi milyonek û 145 hezar kesî re rû bi rû hevdîtinê bike.

Ji bo meşandina kampanyayê li navçeyan komîsyon hatin avakirin. Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sema Koç li ser mijarê axivî û got, "Vê bangê rê nîşanî me da. Di vê çarçoveyê de ji bo avakirina aştiya civakî û avakirina civaka demokratîk em ê li qadan bin."

'EM Ê BI GEL RE RÛ BI RÛ LI SER PÊVAJOYÊ BIAXIVIN'

Sema Koç anî ziman ku bangê gelekî bala gel kişand, piştre jî bi rêxistiniyeke cidî xwedî li bangê hate derketin û got, "Di çarçoveya vê bangê de 8'ê Adarê û Newrozê gel bi rengekî girseyî xwedî li bangê derket. Partiya me, di asta navenda giştî de li gelek deveran civînên gel lidar xist. Armanca me ji vê yekê ew e ku ji gel re qala banga aştî û civaka demokratîk bikin. Bi 50 hezar kesî re nîqaş hatin kirin û nirxandin hatin kirin. Bi taybetî em dixwazin mal bi mal bi her kesî re li ser vê bangê biaxivin. Piştî hevdîtinên bi gel re ji bo karibin xwe bigihînin hîn bêhtir mirovan, me dest bi vî karî kir."

'EM Ê NÊRÎN Û PÊŞNIYARÊN GEL WERBIGIRIN'

Sema Koç got, "Bêyî ku cudahiyê bixin nava îdeolojiyê, em ê serî li her kesî bidin û qala vê pêvajoyê bikin. Em ê nêrîn, pêşniyar û rexneyên gel ên di vê pêvajoyê de werbigirin. Lewma ev kar gelekî girîng e. Em dixwazin bi her kesî re li ser vê pêvajoyê biaxivin. Ev kar ji bo avakirina aştiyê gelekî girîng e."

'BI AŞTIYÊ EM Ê HEMÛ BI SER BIKEVIN'

Sema Koç ragihand ku li her qadê ew hesreta aştiyê ya gelan tînin ziman û destnîşan kir ku Kurdistan û Tirkiyeya nû ya ku bi banga aştiyê bê avakirin wê bi her kesî bide qezençkirin. Sema Koç diyar kir ku karê wan wê bêdem dewam bike û herî dawî got, "Me her tim destnîşan kir ku li vê xakê pêwîstî bi aştiyê heye. Em vê pêvajoyê ji bo avakirina aştiyê dimeşînin. 50 sal in em di nava şer de ne. Di vî şerî de me berdêlên giran dan. Ji ber vê yekê axaftina li ser aştiyê girîng û pêwîstî ye. Lewma gelekî hêja ye ku vê yekê bi her kesî re parve bike, bike civakî.

Gelê Kurdistanê demeke dirêj e ji xwe daxwaza aştiyê dike. Nêrîna gel a li ser vê mijarê, piştî bangê jî bi heman rengî bû. Divê em van detayan hemûyan rû bi rû binirxînin. Li şûna civînan em yek bi yek, rû bi rû bi gel re biaxivin wê hîn bêhtir berhemdar be. Hêmana herî mezin a vê pêvajoyê gel e, em ê jî guh bidin gel ku daxwaza aştiyê dike. Ji bo bidawîkirina xisarên vî şerî, ji bo bicihanîna daxwazên gel em ê têbikoşin."