Serdana şandeya HDK, DEM Partî û DBP'ê bi dawî bû

Serdana şandeya DBP, DEM Partî û HDK'ê ya li Herêma Federal a Kurdistanê bi dawî bû.

SERDANÊN LI HEWLERÊ

Şandeya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) pêk dihat, di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêber Apo ve hatibû ragihandin de li Başûrê Kurdistanê hevdîtin pêk anîn.

Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên DEM Partiyê Serhat Eren, Saliha Aydeniz, Hevberdevkê Komîsyona Dîplomasiyê ya DBP’ê Mûrat Sarisaç, Nûnerê DEM Partiyê yê Hewlêrê Mûrat Şen di şandeyê de cih girtin.

Şande bi Tevgera Yekgirtûya Îslamî re hevdîtin kir. Paşê şandeya hevbeş a HDK, DEM Partî û DBP’ê, di saet 12:00’an de li Walîtiya Hewlêrê bi Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw re civiya. Piştî hevdîtina bi Waliyê Hewlêrê re, şande bi Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Tevgera Netewa Demokratik a Kurdistan û Yêkitîya Neteweya Demoktatik a Kurdistan (YNDK) li bajarê Hewlêrê hevdîtinên cuda pêk anîn.

Di hevdîtinên şandeyê bi van saziyên siyasî re, wekî di hevdîtinên berê de, Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û nêzîkatiyên partiyên Başûrê Kurdistanê yên li beramber vê pêvajoyê hatin nirxandin. Şandeyê her wiha ji aliyên ku pê re hevdîtin kirin, dîtin û pêşniyarên derbarê pêvajoyê de jî wergirtin.

Şandeyê di hevdîtinan de bendewariyên xwe ji partî û kesayetiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê re anîn ziman û diyar kir ku divê piştgiriya zêdetir ji pêvajoyê re were dayîn û bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurd. Şandeyê bi hevdîtinên îro re gera xwe ya li Hewlêrê bi dawî kir.