DMME qanûna ‘Hepsa muebbet' mehkûm kir

DMME qanûna ‘Hepsa muebbet' mehkûm kir

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME), Îngiltere di mijara qanûna muebbetê de mehkûm kir. Dadgeha Strasbourgê biryara ku cezayê muebbetê piştî demekê (25 sal) divê ji nû ve were destgirtin girt.    

Serlêdana sê maqhkûmên ku cezayê muebbetê li wan hatiye birîn li DMME bi encam bû. Mahkûman, bi îddîaya  "şêwazê cezayan yê nayê fêmkirin pêkutiyeke Jİ derveyî mirovatiyê ye” serî li dadgehê dabûn.

Di biryara DMME de mahkûmên Îngilîzî mafdar hatin dîtin. Dadgehê destnîşan kir ku ev biryar wek perspektîfeke mehkûmên serlêdan kirine  “divê tavilê werin berdan” neyê şîrovekirin.