'Divê Gelê Kurd xwedî li Konferansa Êzîdiyan derkeve'

'Divê Gelê Kurd xwedî li Konferansa Êzîdiyan derkeve'

Komîteya Kêmar û Baweriyan a KCK’ê Yekemîn Konferansa Êzîdiyan a Navnetewî silav kir û xwest baweriya wê çi dibe bila bibe divê gelê kurd xwedî li vê konferansê derkeve.

Komîteya Kêmar û Baweriyan a KCK’ê yekemîn Konferansa Êzîdiyan a Navnetewî silav kir. Komîteyê bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir ku konferans hem ji bo çaerseriya pirsgirêkên Êzîdiyan û hem jî ji bo Yekitiya Netewî ya kurdan gelek girînge û biryarên girîng jî girtî ne. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Konferans bi biryarên ku girtiya, bi tevlibûna kesan, bi lidarxistina cih û war û bi meşandina nîqaşan ji bo hemû civaka Êzdî, hemû gelê kurd ji bo pêşerojên ronahîyê bûye mizgînî. Gelê me yê êzî ku li erdnîgariya ku dijîn cuda hatin, wekî welatiyên çîna duyemîn hatin dîtin û li ser axa pîroz ya ku dijîn jî nekaribûn heta îro civîneki çêbikin. Bajarê me Amed gelê me yê Êzdî hembêz kir û di dilê xwe de hewandin. Amedê ji bo gelê me yê Êzdî tu tiştek kêm nekir.”

Komîteya Kêmar û Baweriyan di berdeawmiya daxuyaniyê de diyar kir ku ji baweriyên cûda nûner tevli konferansê bûne û wiha got: “ Di axaftinên li ser navê KCD’ê hatine kirin de xwerexnedayîna li ser mexduriyeta gelê Êzîdî hatiye dayîn. Ev jî îfadeya herî samîmî û hişmend ya girîng a asta niqaşa konferansê bû.”

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Konferansa Êzdîyan a Cîhanê êdî ji daxwazekî derketiye û bûye wekî armancekî. Ev jî kêfxweşiyeke mezin e. Gelê Êzidî li her derê cîhanê di bin şert û mercên zehmet yên siyasî, aborî û civakî de jiyaye. Ji piştevanî û yekitiya civakî û siyasî bêpar maye. Ev jî sedema herî esas ya pirsgirêkên wane. Ji ber vê yekê ev biryara ku hatiye girtin bi kelecan û bi hêvî ye. Biryara konferansê ya banga li hemberî kombûna Konferansa Kurd ya Navnetewî û tevlibûna gelê êzîdî ya bi nasnameya xwe îfadeya siyasî û hesta dilê gelê me ye.”

Komîteyê da zanîn ku rewşa jinên êzîdî û pirsgirêka wan ya azadiyê hatiye nîqaşkirin û biryara der barê çêkirina ‘Konferansa Jinên Êzîdî’ jî biryareke gelek girîng e.

Di daxuyaniyê de bang li Êzdî û hemû gelê kurd ji kîjan baweriyê dibe bila bibe kir ku xwedî li konferansê derkevin. Daxuyaniyê bi vê bangê bi dawî bû:

“Di serî de gelê Êzdî ku li welatên cuda yên cîhanê dijîn û hemû gelê kurd divê li vê konferansê xwedî derkevin û ji bo biryarên hatine girtin bînin cih divê berpirsyariya ku ketiye ser milê wan bînin cih. Em wekî tevgera Azadiya Kurd dê derfet û hêza xwe bidin zorê û ji her demê zêdetir dê li cem gelê xwe yê Êzîdî bin. Em bang li hemû baweriyan dikin ku bila xwedî li Yekemîn Konferansa Êzdîyan ya Navnetewî derbikevin.”