Dîktatorê berê yê Arjantînê Videla mir
Dîktatorê berê yê Arjantînê Videla mir
Dîktatorê berê yê Arjantînê Videla mir
Dîktatorê berê yê Arjantînê generalê berê Jorge Rafael Vîdela yê 87 salî, li girtîgehê mir.
Vîdela yê 87 salî, ji sûcê li dijî mirovahiyê mehkûm bûbû û cezayê heta dawiya temenê xwe li girtîgehê be, lê hatibû birrîn. Rayedaran dan xuyakirin ku, Vîdela bi "ecel" a xwe miriye.
Dîktatorê berê general Vîdela, di dema dîktatoriya leşkerî ya navbera salên 1976 û 1983'an de bi kuştina 31 muxalîfan yekser berpirsyar hat dîtin û cezayê muebbetê le hatibû birrîn.
Di dîroka nêz a Arjantînê de ew serdem weke dema şerê qirêj tê dîtin û tê zanîn ku di wê demê de zêdeyî 30 hezar kes mirine yan jî li êşkencê rast hatine. Dîktator Vîdela ku di sala 1985'an de ji ber gunehên kuştin, êşkence û sûcên li dijî mirovahiyê cezayê muebbetê girt, di sala 1990'î de bi efûya serokdewletê hingî Carlos Menem, serbest hat berdan.
Lê belê Dadgeha Bilind a Arjantînê, di Nîsana sala 2010'an de biryara sala 2007'an a dadgehekê erê kir û efûya Vîdela hat rakirin û piştî darizandinê sûçdar hat dîtin.