Di salekê de 50 leşkerên Îngilîz întîhar kirin
Di salekê de 50 leşkerên Îngilîz întîhar kirin
Di salekê de 50 leşkerên Îngilîz întîhar kirin
Hat ragihandin ku sala borî 50 leşkerên Îngilîz xwe întîhar kirine. Ev hejmar ji leşkerên ku di salekê de di şerê li Afganîstanê de mirine zêdetir e.
Li gorî lêkolîna televizyona Îngilîz a BBC di sala 2012’an de di şerê heyî de 29 leşker, di şerê berê de 21 leşkeran întîhar kiriye. Di heman demê de li Afganîstanê 40 leşker mirine.
Wezareta Parastina Îngilîz jî got ku sala borî tenê 7 leşkeran întîhar kirine. Hat diyarkirin ku 14 bûyer jî dibe ku întîhar bin lê nehatine piştrastkirin. Rayedarên Îngilîz, leşkerên berê di nav bûyerên întîharê de hesab nake.
Li gorî wezaretê di bin banê Hêzên Bejayî de întîhar pirr kêm çêdibin û li gorî întîharên nufûsa sivîl hîn kêmtir e.
Berdevkekî ji Wezareta Parastinê da xuyakirin ku tenduristiya zihnî ya leşker û leşkerên kevin xebateke destpêkê ya hukûmetê ye û ji tevayî kesên ku pêdiviya wan pê heye re piştgiriyeke berfireh a psîkîyatrîk tê dayîn û ji bo wê 7,4 milyon sterlin hatiye veqetandin.
Îngiltere, bi 9 hezar leşkeran, piştî DYA xwedî kontenjana herî mezin e. Heta dawiya 2013’an jî pêwîst e ji wan leşkeran 4 hezar leşker heta dawiya salê vegerin welatê xwe.