Di şahiya rizgariya Kîev de rengê Kurdî

Di şahiya rizgariya Kîev de rengê Kurdî

Li bajarê Ukrayna yê Kîevê bi boneya salvegera rizgariya bajarê Kîev şahiyek hat li darxistin. Di şahiyê de kêm netew jî hatibûn vexwendin ji bo çanda xwe pêşkeş bikin Otonomiya Kurdên li Kîevê dijîn jî di şahiya rizgariyê de cihê xwe girt.

Doh li bajarê Ukrayna Kievê bi boneya salvegeriya rizgariya bajarê Kîev şahiye hat li darxistin. Şahiya ku ji hêla wezareta çandî ve hat organizekirin de Kurd, Azerî, Ozbek, Rus, kazax û gelek netewên din hatin vexwendin. Di şahiyê de hemû netewan çanda xwe pêşkeş kirin. Li ser navê Kurdan jî Otonomiya Kurdan a bajarê Kîev bi cil û bergê xwe yê netewî beşdarî şahiyê bû. Li ser wate û giringiya rojê axaftin hatin kirin. Axaftina despêkê ji hêla nûnerê wezareta çandî hat kirin. 

Li ser wate û giringiya rojê cigirê serokê rêxistinên Kurd yê li Ûkraynayê Georgî Gasanov jî axaftinek kir. Gasanov di axaftina xwe de bal kişand ser dewlemendiya çanda Kurd û got: “Di cîhanê de gelê îro netew bi zahmetî dikarin çanda xwe biparêzin. Gelê Kurd li ruxmî hemû çewisandin û zordestiya çanda xwe parastiye. Bê gûman ji bo çanda xwe biparêze tekoşînek bêhempa daye meşandin. Îro hemû gelê Kurd li vê tekoşînê xwedî derdikeve. Ji ber ku gelê çanda wî nebe dîroka wî jî nîne. Çanda Kurdî çandekî pir dewlemende. Lê ev dewlemendiyê wê ji hêla gelên din ve hîn baş nehatine naskirin.”

Piştî axafina şahî hat despêkirin li ser navê Otonomiya Kurd ciwan bi cil û bergê xwe yê netewî derketin ser dikê. Di şahiyê de ciwanên Kurd stantê çanda Kurdî vekirin. Di sitantê bi ala PKK û KCK ve hatibûn xemilandin de ronameya Kurdistana Azad, danasîna cil û bergê Kurdî hatin danasandin. 

Di dawiya şahiyê de ji bo beşdariya xwe ji şahiyê re çêkirine li ser navê Wezareta Çandî plaketa sipasiyê ji bo ciwanên Otonomiya Kurd hat dayîn.