Di qezaya Parîsê de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest da

Di qezaya Parîsê de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest da

Li komuna Brêtîgny-sur-Orge ya li nêzî paytexta Parîs a Fransa trenek ji rayan xwe derket, gelek kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar jî hene.

Li komuna Brêtîgny-sur-Orge ya li herêma Essonne cih digire û bi qasî 40 km. li başûrê Parîsê ye piştî qezaya trenê bi dehan maşîneyên alîkariya lezgîn û polîs gihiştin cihê bûyerê. Li derdora îstasyona trenê ji bo komên alîkariya lezgîn karên xwe bikin şerîtek hatiye çêkirin.  

WEZARETA KARÊN HUNDIR: WÊ BÎLANÇO GIRAN BIBE

Wezîrê Karên Hundir Manuel Valls, destnîşan kir ku herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û hin jê giran bi dehan jî birîndar hene. Valls got, “Bêguman wê bîlanço giran bibe.” Walîtiyê jî  di daxuyaniya xwe ya ku berê dabû xuyakirin de gotibû ji ber qezayê gelek qurban hene û lewma alarma sor dane. Alarma sor, dema di asta jor de mirî yan jî birîndar hebin wek plansaziyeke alîkariya lezgîn dikeve dewreyê.

Rojnameya Le Parisien da xuyakirin ku dema çar vagonên dawî qulipîn qurban “bi elektrîk û pelçiqandinê mirine”. Televîzyona France 3 jî destnîşan kir ku herî kêm 400 kes di trenê de hebûn.