Di muzîka Kurdî de navekî girîng: Evdilmelik Şêxbekir

Ji Rojava bû û Fakulteya Tibê dixwend. Bi resim, helbest û mûzîkê re têkildar bû. Yek ji damezirînerê Koma Amed bû. Xwedî deng û gotin bû lê bû gerîla. Evdilmelik Şêxbekir, navê xwe nivisand û xatir xwest.

Yek ji damezînerê NÇM'ê Celal Ekîn behsa Evdilmelîk Şêxbekir kir, ku salên 90'î di geşbûna muzîka Kurdî de xwedî roleke girîng e.

Kurdên ku li Kurdistanê ya ku hatî çarparçekirin dijîn, ji ber ku ne xwedî statûyeke siyasî bûn ti mji hêla dewletên mêtinger ve hatin qirkirin. Di serî de qirkirina fizîkî, qirkirina çandî jî dewletên mêtinger li ser Kurdan kirin. Piştî ku têkoşîna azadiya Kurd salên 80'î herka dîrokê guherand, çanda Kurd jî dest bi geşbûnê kir. Êdî mûzîka Kurdî dihate bihistîn û dibû xwedî sazî. Komên muzîkê yên Kurdî ava dibûn û ji bo hunera çanda Kurd were geşkirin sazî dihatin vekirin.

AVABÛNA KOMA AMED

Her tişt, piştî ku Evdilmelik Şêxbekir ê bi navsnavê xwe Melek ji Rojavayê Kurdistanê ji bo ku Tibê bixwîne hatî Tirkiyê û piştî ku Gulşen Çetîn, Savaş Çakmak, Rohat Kutlay, Fikrî Kutlay, Mustafa Kart û Ahmet Kaya nas dike û hîmê komê datîin dest pê dike. Ev kes hatin cem hev û Koma Amed ava kirin. Melek ji Rojava bû. Ressamekî zîrek bû. Her wiha helbestên baş dinivisand û bi Kurdî-Tirkî wergera sîmultane dikir. Melek di demeke kurt de hînî Tirkî bûbû. Yekî zana û bîrewer bû.

Piştî ku Ahmet Kaya, Rohat Kutlay, Gulşen Çetîn û Mustafa Kart jî tevlî komê bûn hîmê pêşî yê komê hate danîn. Ji ber ku Kurdî qedexe bû xebat bi  dizîka li malan dihate kirin. Bi bandora şertên 12'ê Îlonê, bi giyanê serhildanê ya gel a li dijî kiryar nediyaran û atmosfera polîtîk biryar li ser hate stanidn ku albûma pêşî were çêkirin. Piştî albûma pêşî Melek 1991'ê berê xwe çiyan û bû gerîla. Piştî bi 5 mehan di şerekî de şehîd bû. Yek ji damezirînerê MKM'ê (Navenda Çanda Mezopotamyayê) hunermendê Kurd Celel Ekîn, ku bûyî beşekî jiyana Melek ji ANF'ê re axivî.

BI DERFETÊN KÊM HILBERANDIN

Ekîn got Melek di nav damezirînerê Koma Amed de bû û kom cara pêşî 1988'an hatiye cem hev. Ekîn got di nav komê de hin rewşenbîr jî hebûn ku dixwazin çand û huneran xwe pêş bixin. Ekîn got, 'Di nav komê de Evdilmelik Şêxbekir jî hebû. Li Enqerê li malekê navê komê 'Koma Amed' hatînin. Ev kom heta salên 90'î xebatên xwe yên şexsî didomînin. Helbet pê re albûma xwe ya pêşî jî çêdikin. Ev albûm ew albûm bû ku her kes nas dike û muzîka wê bandora xwe kiribû. Albûm ji ber ku teknîka niha ya pêşketî nebû, bi derfetên kêm hate hazirkirin.  Pêşketina têkoşîna azadiya Kurd bandorê li xebatên stûdyoyê ya komê jî dike. Albûm jî dibe berhemeke van xebatan û derdikeve.''

VEBÛNA NÇM'ê

Piştî ku di qada siyasî û demokratîk de rê li têkoşîna azadiya K urd vebû, rewşenbîr û hunermendên Kurd jî bi rehetî dihatin cem hev û got, ''Tam di dmeke wiha de NÇM'ê hate avakirin. Ez , Alî Temel û çend hevalên din em ji Amedê hatibûn Stenbolê. Wê demê wê komeleke bi navê ''Komeleya Jinên Welatparêz'' bihatana avakirin. Ji ber vê diviya em vegeriyana Amedê. Lê 1990'î ÎHD'ê li Stenbolê,''Şeva  Piştevaniya ji bo Pêşmergeyan'' hazir kiribû, em jî vexwendibûne wê şevê. Piştî wê şevê giringiya sazîbûna xebatên çand û hunera Kurd zêdetir derketin holê. Destpêka avabûna MKM'ê wiha çêbû.

HUNER JI KÛR VE DIJIYA

Ekîn got piştî avabûna NÇM'ê Evdilmelik Şêxbekir bi wan re têkilî daniye û got, ''Got ew endamê Koma Amed e, lê ji ber ku hevalên di komê de fakuleta tibê dixwînin û ji ber wê belawela bûne û ji ber ku tim nikarin werin cem hev dixwaze bi Koma Çiya re bidomîne. Wê demê di nav koma me de hevalên pir têr û tije hebûn. Mînak Alî Temel hebû ku bi muzîka xwe em li ser piyan dihiştin. Her wiha Zana Farqînî, Beser Şahîn û xwîşkên Leyla-Yekbûn hebûn. Melek bi pergal dihate nav xebatan. Her demê li xebtan pir guhdar bû. Dema ku li stranekê guhdar dikir dipirsî bê ka peyv têne çi maneyê. Demekê em bi hev re xebitîn. Melek tiştên ku li cografyaya xwe ji kûr ve dijiya, hewl dida ku ji van re bibe hêza çareseriyê û rêxistiniya vê bike.''

TIŞTÊN KU JI MELEK MANE

Ekîn got azweriya Melek û bihistyariya wî bandor dikir û got, ''Piştî ku min ew bihistyariya wî dît, dema ku li stranekê guhdar dikim pir bala xwe didim ser. Hema hema bi hemû şaneyên xwe dijîm. Ji ber vê ne ew hîs bi me re çêbû ku em tenê guh nedin stranên ku kelecaniyê çêdike û bi guhê me xweş tê, her wiha divê em guh bidine wê kû ew stran ji kûr ve bandorê li me dike yan na. Bêguman çi kesê ku ew nas kirî bandor li ser wan kiribû. Ji ber ku ne wiha be mirov nabe hunermend. Divê hûn tiştên ku têne jiyîn ji kûr ve hîs bikin, hewl bidin ku bibin hêza çareseriyê. Bi hevalê Evdilmelik jî ev taybetmendî hebûn û pir kelecanî bû. Tim dixwest ku hilberîne. Piştî ku ji hêla organî ve têkiliyên me ji hev qut bûn me kêmasiya hilberîna wî pir hîs kir.''

DIVÊ STRANBÊJÊ KURD KURDISTANÎ BE

Ekîn li ser taybetmendiyên Melek jî got, ''Li gel ku ji Rojava jî bû strana 'Lêlê Rindê' ya herêma Meletiyê tomar kiribû. Her wiha strana ''Tellî Tellî'' wergerandibû Kurdî. Dema ku ev kirî jî gotinên wê neguheradibû. Bifikirin ku hûn li ser cografyayeke wiha ne ku bi temamî xerîbê zimanê wê ne. Li cografyayeke wiha Alî Temel, Mihemed Şêxo, Eyaz Yusif û Erdewan Zaxoyî derdikevin. Mînak strna ''Dadê Landikê Behejîne'' ya Eyaz Yusif heye.  Dema ku tevlî nav pêşmergeyan dibe zarokê xwe dide malbatê, ji gotinên vê rewşê çêdibe. Dema ku vê dinivisîne rewşeke giyanî, şêwazeke jiyanî dibêje. Her wiha Mihemed Şêxo dema ku behsa welatê xwe dike bi hêmayên cuda wê dibêje. Li gel van Ozan  Mizgîn, Ozan Serhat û Delîla hene. Şêwaza wan a jiyanê Kurdistanî ye. Ji ber vê, divê hunermend bi temamî li xwe vegerin.''