Di maça Boksê de 17 kes mirin

Di maça Boksê de 17 kes mirin

Li Endonezyayê di dema maçeke Boksê de, di navbera alîgiran de pevçûn derket û ji ber îzdihama rû da 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, 30 kes birîndar bûn.

Li eyaleta Papûa ya Endonezyayê, di dema maçeke Boksê ya duh bi şev de, di navbera alîgiran de pevçûn derket. Rayedaran dan xuyakirin ku pevçûna navbera alîgiran ji ber îdîaya neheqiya di pûanan de hatiye kirin, rû daye. 

Li gorî agahiyan, bi rûdana pevçûna dijwar re, temaşevanan hewl dan bi yek carê ji herdu deriyên salonê derkevin derve û ji ber vê yekê îzdiham derket. Rayedaran diyar kirin ku di bûyerê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û 30 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ji birîndaran 17 jê mêr, 13 jê jî jin û zarok in. Der heqê bûyerê de lêpirsîn hat vekirin.