Di hilbijartinên Îtalyayê de ji Berlusconi gola dawî!
Di hilbijartinên Îtalyayê de ji Berlusconi gola dawî!
Di hilbijartinên Îtalyayê de ji Berlusconi gola dawî!
Ji bo hilbijartinên Îtalyayê ku dê rojên yekşem û duşemê pêk bên, demek kin ma. Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Sivlio Berlusconi di kêliya dawiyê de hemleyeke balkêş kir. Berlusconi nameyek ji bi milyonan hilbijêrên xwe re şand û soz da ku ew ê baca 20 milyarî ku hukûmeta Mario Monti wergirtibû li gel vegerîne da.
Ji ber nêzîkbûna hilbijartin, ev du hefte ne anket hatine qedexekirin û nayên weşandin. Lê tê payin ku eniya navend-çepgir ya bi rêbertiya Pier Luigi Bersani bi rêjeya 33-37 bi ser bikeve.
Her wiha tê payin ku koalîsyona ji Komkara Bakûr, Gelê Azadiyê (PdL) û partiyên din rastgir ku ji aliyê serokwezîrê berê Silvio Berlusconî ve tê destekkirin jî ji sedî 28-29’ê dengan werbigirin û bibin duwemîn. Berlusconi ku sala 2011 ji serokwezaretê îstîfa kir, piştî hilbijartin nêzîk bûn, sala 2012 biryar da ku careke din vegere siyasetê.
TEVGERA 5 STÊRK DIBE SURPRÎZEK BIBE
Her wiha tê payin ku Tevgera 5 Stêrk a bi pêşengiya sînemevan û komedyen Beppe Grillo rêjeyek baş a dengan bi dest bixe û di meclîsa neteweyî de bibe hêza sêyemîn. Tê payin ku ev tevger ji sedî 15-18’yê dengan werbigire. Ji ber hilbijartinê anket li Îtalyayê hatin qedexekirin, lê li gorî şîrketa Gallup a DYA’yi Tevgera 5 Stêrk a ku bi projeyên ekolojî, demokrasî, kesk û kar derdikeve pêş ji sedî 20-25’ê dengan werbigire û surprîzekê bike.
Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Sivlio Berlusconi di kêliya dawiyê de hemleyeke balkêş kir. Berlusconi nameyek ji bi milyonan hilbijêrên xwe re şand û soz da ku ew ê baca 20 milyarî ku hukûmeta Mario Monti wergirtibû li gel vegerîne da.