Di Eurovisionê de rûyê Danîmarka keniya
Di Eurovisionê de rûyê Danîmarka keniya
Di Eurovisionê de rûyê Danîmarka keniya
Di pêşbirka 58. a Eurovisionê de, favoriyê pêşbirkê Danîmarka bi ser ket.
58. Pêşbirka Eurovisionê, doh êvarê li bajarê Swêd Malmo hate lidarxistin. Di pêşbirka bi coş de, stranbêja Danîmarkî Emmelie de Forest, ku weke favoriya vê pêşbirkê dihat nîşandan, bi strana xwe ya bi navê Only Teardrop (Bi tenê hêstrên çavan) bi ser ket.
Di pêşbirkê de ji Azerbaycanê Ferîd Memmedov bi strana xwe ya bi navê "Hold Me" bû duyemîn û ji Ûkraynayê Zlata Ognevîç jî bi strana xwe ya bi navê "Gravity" di rêza sêyemîn de cih girt. Di dengdanê de ji 39 welatan 8 welatan 12 pûanên tam dan Danîmarkayê. Azerbaycan jî ji 10 welatan pûanên tam stend, lê ji ber ji welatên din kêm pûan stend, bû duyemîn. Li gorî dengdanê Danîmarka bi 281 pûanan bû yekemîn, Azerbaycan bi 234 pûanan bû duyemîn, Ûkrayna bi 214 pûanan bû sêyemîn û Norwêc jî bi 191 pûanan bû çaremîn.
Di pêşbirkê de 26 welatan mafê têkoşîna li fînalê bi dest xistibû. Li gorî pîvanên pêşbirka Eurovisionê, wê ya 59. di sala pêş de li Danîmarkayê bê lidarxistin.