Di êrîşên li Iraqê de 3 jê zarok 18 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşên li Iraqê de 3 jê zarok 18 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşên li Iraqê de 3 jê zarok 18 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Iraqê, di êrîşên 24 saetên dawî de 3 jê zarok herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî çavkaniyên polîs û tenduristiyê, li saloneke sporê ya Madahîn a 25 km li başûrê Bexdayê, 5 ciwanên futbol dilîstin di encama êrîşeke bombeyî de jiyana xwe ji dest dan.
Êvara yekşemê jî, dîsa li 60 km başûrê paytext Bexdayê gule li wesaîtekê hat reşandin û di encamê de Hayam Halîl ê li bajarê Hîllayê polîs bû, bavê wî, jina wî û sê zarokên wî jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin zarokên jiyana xwe ji dest dan 1, 6 û 8 salî bûn.
Nîvê şevê jî, 160 km li bakurê paytext Bexdayê di rêya navbera Tîkrît û Xormato de, di navbera komeke çekdar û hêza mîlîs Şahva ya li dijî El Qaîdeyê ji aliyê eşîrên Sunnî ve hatiye avakirin şer derket û di encamê de 3 "mîlîs" û 2 "serhildêr" mirin.
Hat ragihandin roja Yekşemê li Tîkrîtê jî 2 polîs hatine kuştin.
Li gorî daneyên AFP'ê ji çavkaniyên ewlekarî û tenduristiyê wergirtiye, ji destpêka meha Tîrmehê û vir ve 175 kesan li Iraqê di bûyerên dijwariyê de jiyana xwe ji dest dane. Di heman demê de zêdeyî 400 kes jî birîndar bûn.