Di çand û hunerê de perwerde û akademî-IV

Di akademiyên çand û hunerê de ku li hemberî biyanîbûn û guhertina çandê hatine pêşxistin, kesayet, çand û exlaqê jiyana azad tê afirandin.

LI ROJAVA ÇAND

Piştî şoreşê li Bakur û Rojhilatê Sûrıyeyê di qada çand û hunerê de pêşketinên mezin çêbûn. Xebatên hunerî yên di vê pêvajoyê de bi perwerde û akademiyan hatin destekkirin, di warê guherîn û afirîneriya civakê de xwedî roleke mezin in.

AKADEMIYA PERWERDEYÊ YA YEKEM: AKADEMIYA ŞEHÎD WELAT

Yek ji navenda perwerdeyê ya girîng ya piştî şoreşê di qada çand û hunerê de derketî holê Akademiya Şehîd Welat e. Akademiya Şehîd Welat dewreya xwe ya yekem di dawiya sala 2013’yan û destpêka sala 2014’an de pêk anî. Heya niha perwerdeya ji 23 dewreyan pêk tê, da. Ev perwerde girêdayî bidestxistina feraseta hunerî, hizrî û fikrî hate li dar xistin. Ev perwerde bi piranî bi Kurdî û carna jî bi Erebî li bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatin lidarxistin. Niya niha 600 kesî ji van perwerdeyan sûr wergirt. Ji bo birêxistinkirin û plankirina xebatên çand û hunerê di serî de muzisyen, şanoger û sînemager gelek kes hatin perwerdekirin.

DI SALA 2015’AN DE AKADEMIYA ŞEHÎD YEKTA HATE VEKIRIN

Pêvajoya perwerdeya çand û hunerê ku li rojava bi vekirina Akademiya Şehîd Yekta ya di sala 2015’an de dest pê kir, bû yek ji navendeke girîng ya ku piştî şoreşê hatî avakirin. Ev akademî weke mehê du caran bi bernameyên perwerdeyê mazûvaniya 100 xwendekaran kiriye. Akademiya Şehîd Yekta jî di dawiya sala 2013’yan de dest bi xebatên xwe kir û di destpêka sala 2014’an de jî dewreya xwe ya yekem temam kir. Akademiya ku heya niha 23 dewre pêk anî, bi armanca bidestxistina feraseta hunerî, hizrî û fikrî bi bernameyên mehane li bajarên cuda ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi piranî Kurdî û carna jî bi Erebî xebatên xwe pêk anîye. Bi tevahî 600 kesî ji van perwerdeyan sûd wergirt. Ev xebata akademîk di qada çand û hunerê de ji muzîsyenan heya şanoger, sînemager û kesên din perwerde daye gelek kesan û ji bo birêxistinkirin û plankirina xebatên hunerî bûye navendeke girîng.

DI SALA 2023’YAN DE KOMA ŞANOYÊ YA ZAROKAN HATE AVAKIRIN

Mehên havînê ji bo zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke pêvajoyeke bi kelecan derdikeve pêş ku zarok di vê pêvajoyê de dikarin bi hunerê re eleqedar bibin. Yek xebata ku di vê serdemê de tê lidarxistin jî avakirina komên şonayê yên zarokan e. Bi taybetî jî di sala 2023’yan de 14 komên şanoyê yên zarokan hatin vekirin ku ev yek ji bo zarokan derfeteke mezin bû. Dibistana havînê ya îsal ya li Dêrikê jî di warê şano û muzîkê de ji bo zarokan bû derfeteke mezin û bi armanca xurtkirina nirxên xeyal û pêkvelîstina zarokan hate sêwirandin. Vê bernameyê li gel zarokan hunerweriya hunerî peyda nekir di heman demê de zarok anîn ba hev û têkilyên wan ên civakî xurt kir. Ev pêvajo ji bo zarokan bes nebû çalakiyeke kêfxweşiyê rê li ber zêdebûn û pêşketina xwebawerî û nêrîna resen a zarokan vekir.

AKADEMÎBÛNÊ BERHEMÊN XWE YÊN YEKEM DA

Ji sala 2015’an heya niha di warê xebatên hunerî yên ji bo zarokan de pêngavên girîng hatine avêtin û 9 caran festîvalên zarokan hatine lidarxistin. Ev festîval her sal di destpêka meha Îlonê de tên lidarxistin. Bi boneya pîrozkirina qadên cuda yên hunerê, di qada sînemayê de 3 festîvalên sînemayê û çanda folklorê jî bi 7 festîvalan hate nîşandan. Her wiha di qada muzikê de jî ji 2 festîvalan re mazûvanî kiriye û li Efrînê jî 3 festîvalên muzîkê hatine lidarxistin. Hunera şanoyê jî bûye yek ji perçeyeke girîng a van çalakiyan; li Şehbayê 5 caran Festîvala Şanoyê a Mîtan û li Kobanê jî 3 caran Festîvala Arîn Mîrkan hatin lidarxistin. Li gel van yekan Festîvala Şanoyê ya Şehîd Yekta jî ku weke festîvala giştî ya şanoyê tê zanîn 7 caran hate organîzekirin ku bi saya vê yekê hunera şanoyê di nava çalakiyên hunerî yên li herêmê de bûye hêmaneke sereke. Di qada sînemayê de jî ji 3 festîvalan re mazûvanî hatiye kirin û 7 caran festîvala folklorê hate lidarxistin û li Efrîna hatî dagirkirin jî 3 caran festîvala muzîkê hate lidarxistin. Ev festîval weke berhemeke perwerde û akademîkbûnê di ragihandina Şoreşa Rojava ya ji bo cîhanê re xwedî roleke girîng in.

Li Qamişlo, Efrîn-Şehba, Kobanê, Hesekê û qadên rizgarkirî (Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazor) navendên Tevgera Çand û Hunerê ya Jinan a Hîlala Zêrîn hema bibêjin weke navendên perwerdeyan tên bikaranîn. Tevgera Çand û Hunerê ya Jinan a Hîlala Zêrîn ku kesên dixwaze xwe di warên weke şano, sînema û folklorê de pêş bixin, perwerde dike û li van navendên hefteyê du caran perwerdeya hunerî dide zarokan. Her wiha tê payîn ku îsal akademiyeke hunerê ya 2 salî jî veke.

PERWERDE GIRÎNG TÊ DÎTIN

Endama Şanoya Çîya Ekîn Ronî da zanîn ku Tevgera Azadiyê ya Kurdan hemû caran girîngî daye akademî û perwerdeyan û bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: ‘’Weke hêzeke demokratîk ku ji roja ewil heya niha xwestiye civakê veguherîne û pêş bixe û xwestiye ji xwe re kesên pêşeng biafirîne û hemû caran girîngî daye perwerdeyê û çalakiyên akademîkbûnê bi rê ve biriye. Girîngiya van çalakiyên perwerdeyê perçeyeke girîng a azadbûna însanan e. Weke tevgereke ku li hemberî zîhniyetên hêzên serdest di civakîbûnê de israr kiriye, girîngî daye hilberîn û pêşketinê û li gel van yekan jî hemû caran girîngiyeke mezin daye çalakiyên perwerdeyê.

PIŞTÎ ŞOREŞÊ PÊŞKETINEKE MEZIN PÊK HAT

Ji salên 19902î heya pêvajoya Şoreşa Rojava tevgera çandê pêşketineke diyar bi dest xistibû; kom hatibûn avakirin û xebatên hunerî hebûn. Piştî şoreşê jî pêşketineke mezin pêk hat. Helbet hin kêmasî jî hene. Ji bo derbaskirina van perwerde û akademîkbûn gelekî girînhg in. Di van akademî û perwerdeyên hunerî de afirandina feraseteke hunerî ya hevpar, pêşxistina zîhniyeta hunermandan û xebatên hunerî yên ku pêdiviya civakê pê heyî sedemên sereke yên perwerdeyê ne.’’

KESAYETA HUNERMENDÊN BIRÊXISTINKIRÎ BI RÊYA PERWERDEYAN TÊ AVAKIRIN

Ekîn Ronî da zanîn ku di perwerdeya warên çand û hunerê de muzîk, şano, folklor û sînema li gel Şoreşa Rojava gelekî pêş ketiye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Perwerdeyeke bipergaltir û birêkûpêktir hate afirandin. A rastî Şoreşa Rojava li gel encamên siyasî û leşkerî bi xwe re şoreşeke perwerdeyê jî anî. Di nava vê şoreşa perwerdeyê de bi qasî perwerdeya ziman, rê li pêşiya perwerdeya hunerê jî vebû. Ji ber vê yekê şoreş bi xwe veguherî derfeteke perwerdeyê ya fêmkirin, nîqaşkirin û têgihiştinê. Bi awayekî nû û azad perwerdeya hunerê ne ne pêkan e. Ev yek perçeyeke pêşketina însanan e. Divê kesayeta ku ji aliyê pergala bişaftin û qirkirinê ve hatî afirandin were derbaskirin û divê bibe pêşengê şoreşeke zîhniyetê. Bi van perwerdeyan ev kêmasî tên çareserkirin. Rastiya hunerê ya serkeftî û encam bidestxistî, rastiya însanên hunermend, rastiya însanên afirîner û hunermendên xwedî kesayeta birêxistinkirî û şareza dikare bi rêya van perwerdeyan derkeve holê.’’