Navenda Çand û Hunerê ya Med a di bin banê Şaredariya navçeya Wêranşara Rihayê de xebatên xwe didomîne, li gel hemû zet û astengiyên fermî ev nêzî 10 salane heta niha bi hezaran ciwan û zarok bi cihana hûnerê re dane nasandin. Derhênerê Hunerê yê Giştî yê Navendê Memet Karakiş ku xebatên navendê nirxand diyar kir ku ew dê rojên pêş Peykerê Derwêşê Evdî jî li navendê biçikilînin.
Navçeya Wêranşarê ya Rihayê ku ji serdemên kevnar heta niha ji aliyê mirovan ve wekî cihê jiyanê hatiye bikaranîn, îro jî bi çanda xwe ya kevnare diparêze. Şaredariya BDP’ê ya Wêranşarê jî hewl dide ku bi rêya xebatên çand û hûnerê vê çanda kevnere biparêze û pêşve bibe. Ji bo vê jî şaredariyê di sala 2003’an de bi navê Navenda Çand û Hunerê ya Medê navendek gelek mezin avakiriye. Derhênerê Hunerê yê Giştî yê Navendê Memet Karakiş pirsên ANF’ê yên der barê xebatên navendê de bersivand.
‘EM DÊ HUNERMENDÊN PROFESYONEL BI AFIRÎNIN’
Asta xebatên we çi ne û hûn kîjan xebatên hunerî dikin? Navenda Çandê di sala 2003’an de hat avakirin. Ji wê demê heta niha xebatên xwe bê navber didomîne. Piştî avakirinê heta 2-3 salan em dikarin bêjin, xebatên me negihiştin armanca xwe loma navenda me nû bû û nû dihat avakirin kêmasiyên me hebûn. Me wê demê ji bo afirandina hunermendên profesyonel zêde tiştek nekarî bikin. Lê ji sala 2009, 2010’an vir ve êdî em xebatên xwe li ser vî esasî dimeşînin. Armanca me ewe ku em gelek hûnermendên baş û profesyonel li vê derê bigihînin.
Li navenda me xebatên kursên tembûr, gîtar, govend, ji bo zarokan koro û dersên dramayê hene. Ji bo zarokan dîsa em xebata wêje û çanda kurdî dikin. Di vê çarçoveyê de em dersên bi kurdî didin zarokan. Herî zêde eleqe ji mûzîkê re heye. Niha nêzî 30 zarok tenê tevli xebatên me yên koroyê dibin. Temenê van zarokan jî di navbera 7 û 12’an de ye. Koroya zarokan a navenda me heta niha çend caran derketiye pêşberî gel. Li Newrozê û hin çalakiyên din de wan behreyên xwe ji gel re daye nîşandan. Em bi piştgiriya 20 hevalên xwe ên dildar ku hunermendên başin van xebatan dimeşînin. Ev hevalene jî di xebatên şano, govend, mûzîk û yên dinde alîkarî didin me.
‘EM RASTÎ TERORA DEWLETÊ HATIN’
Di dema van xebatan de hûn rastî astengiyên çAwa hatine?Sala derbasbûyî ji bo me gelek nexweş derbas bû. Em li her qadê rastî Terora Dewletê hatin. Me hemû çalakiyên xwe di dorpêçkirina polîs, panzer, toma û bombeyên gazê de li dar xistin. Dengê bêtêlan tevli replîkên şanoyê dibû. Lê dîsa li gel van pêkutiyan me xebatên xwe bê navber domandin. Me gelek konser û çalakiyên din li dar xistin. Me lîstika xwe ya bi navê ‘Dema yên din bidarizînin’ me derxist ser dikê. Piştî lîstika me li vir hat nîşandan em derketin turneyê. Xabata me rastî eleqeyek gelek baş hat. Me di nava salê de panelên têkildarî wêje û helbestê jî pêk anî.
‘MIHRÎCANA ME HAT QEDEXEKIRIN’
Dîsa me dixwest ku di meha îlonê de ‘Mihrîcana Çand û Hunerê ya Qerecdaxê’ bi slogana ‘Em bi evîna Derwêşê Evdî gelê xwe silav dikin’ li dar bixin. Lê hê hefteyek ji mihrîcanê re mayî ji aliyê Qeymeqamiya Wêranşarê bi hinceta “Dibe ku propagandaya rêxistinê were kirin” hat xedexekirin. Ji ber qedexekirinê hem madî hem jî manewî me gelek zirar kir. Ji ber wê nêzî 150 hezar TL me zirar kir. Li gel hemû hewldanên me ev birayara qedexekirinê nehat rakirin. Me doz vekir, lê piştî çend mehan teze van rojan dadgehê biryara xwe diyar kir û qedexe rakir. Lê her çiqas pêkutî gelek dijwar bûn jî me dest ji xabatan berneda. Li navçeyê me dîsa sampozyûmên bi navê ‘Xweseriya Demokratîk û pêkanînên mînak’ û ‘Jin û ziman’ li dar xist.
GEL ELEQEYEK BAŞ NÎŞAN DIDE
Gel eleqeyek çawa nîşanê xebatên we dide?Gelê me eleqeyek baş nîşan xebatên me dide. Lê piranî ew eleqeyê nîşanê konser û hunermendên populer didin. Em dixwazin bala gel bikişinin ser kalîteya hunerî ya wekî, şano, sînema û govendê. Her çalakiya me nêzî 500 kesî ve tê temaşekirin.
‘DERSÊN WÊJEYA KURDÎ’
Di xebatên de hûn zimanê kurdî çiqas bi kar tînin?Li gel hin kêmasiyan bi taybet ji bo zarokan em niha xebatên zimanê kurdî didin meşandin. Di vê çarçoveyê de armanca me ew e ku em xebatên xwe bi temamî kurdî bidin meşandin. Lê ji ber ku piraniya tevkaran ciwan in hin kêmasî çêdibin. Lê dîsa em hewl didin hişmendiyek kurdî bidin afirandin. Ji bo vê em jiyan û berhemên navdarên kurd yên wekî Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî û Melayê Bateyî ku gelek xizmetên bêhempa ji wêjeya kurdî re kirine bi kurdî zarokan didin nasandin.
‘PIRTÛKXANEYA MEHMET UZUN
Ji bilî van wekî navend çi xebatên we hene?Ji bilî xebatên me yên çand û hunerê em wekî navenda candê hin xebatan din jî dimeşînin. Me pirtûkxayekî bi navê Mehmet Uzun vekiriye. Di pirtûkxaneya me de 10 hezar pirtûkên ji her cureyê hene. Şaredariya me dê sala nû vê hejmarê hêj jî bilintir bike. Di vî varî de şaredarî jî piştgiriyek gelek xurt dide me.
‘EM DÊ PEYKERÊ DERWÊŞÊ EVDÎ BIÇIKILÎNIN’
Hûn dikarin der barê xabatê sala pêş de jî hin agahiyan bidin me. Xebat û projeyên we yên ji bo sala 2013’an çi ne?Me xebatên xwe yên ji bo sala 2013’an ji niha ve daye destpêkirin. Em ê hewl bidin ku sala nû destpêkek xurt bikin. Em dê her meh konserekî salonê û nêzî havînê jî konserên derve li dar bixin. Em dê îsal giranî bidin şanoyê û herî kêm her meh em dixwazin bi lîstikekî derkevin pêşberî gelê xwe. Em dîsa di warê sînemayê de jî xebatan dikin. Niha jî em her meh çar filman didin nîşandan. Her wiha di nava planên me yên ji bo sala nû de konserên bi heybet hene. Em dê bi tevlibûna 10 hezaran kesî konseran li dar bixin. Dîsa di sala nû de xebatên têkildarî Derwêşê Evdî jî em dê pêk bînin. Em dê peykerekî Evdî çêbikin û hin xebatên din yên mimarî jî pêk bînin.
‘GELEK BI ÇAND, HUNER Û ZIMANÊ XWE HEYE’
Herî dawî banga we ya ji bo gel çiye?Ez herî dawî bang li gel dikim ku piştgirî bidin xebatên me û xwedî li navenda xwe derkevin. Lewra ger hûner nebe demara jiyana gel wê qut bibe. Gelek bi çand, huner û zimanê xwe heye. Lazime ji bo em çanda xwe ji bîr nekin û wî pêş ve bibin bi awayekî xurt xwedî van xebatan derkevin. Ez di wê baweriyê de me ku gelê me di vê têkoşînê de wekî her çarî dê piştgiriyê bide me.
*Têbinî: Hevpeyvîn di meha berfanbara 2012 de hatiye kirin.