Di 236. salvegera damezrandinê de DYE hat protestokirin

Di 236. salvegera damezrandinê de DYE hat protestokirin

236. salvegera damezrandina DYE, li gel merasîmên pîrozbahiyê, polîtîkayên wê yên dagiker û emperyalîst li Swêdê ji aliyê Emerikayiyên Latînî ve hatin şermezarkirin.

Rêxistinên ji Emerîka Latînî, li Qada Stor a li be Muzeya Nobel a Stockholmê li hev kom bûn û daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. Li ser navê rêxistinan Anîta Persson daxuyanî da û got, "Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ku beriya 236 salan bi gotinên xweş ên mîna 'Hemû mirov bi awayekî wekhev tên dinyayê, hemû gel xwedî heman mafan e' hatiye damezrandin, lê belê DYE di rastiya xwe de li ser qirkirina mirovên herêmî, bazirganiya koletiyê û talankirina welatên din, hatiye avakirin.

Bi belavbûna Yekitiya Sowyetan re, DYE xwestiye bibe deshilatdarê yekane yê cîhanê û bi medya, kontr-gerîla, rêbazên qirêj ên şer, kaos û terorê re hewl daye vê serdestiya xwe îlan bike, lê bi ser neketiye."

Persson da xuyakirin ku DYE ji bo çavkaniyên gaz û petrolê têxe bin kontroal xwe Efganîstan û Iraq dagir kiriye, lê ji ber bi ser neketiye neçar maye xwe vekişîne û got, "Niha jî bi Erebîstana Sûûdî, Tirkiye û rejîmên din ên paşverû re, bi raperîna çekdar a li Sûriyê hewl dide herêmê bi temamî veguherîne cihê dojehê."

Persson ragihand ku Swêd û Fînlandiya bi dizî xwe nêzî NATO dikin û ji bo parekê ji çavkaniyên petrol û gazê yên li Derya Cemeda Bakur bistîne, DYE û welatên Skandînavyayê bi hev re tatbîkata leşkerî dikin û bang li gelên Skandînavyayê kir ku, li dijî polîtîkayên hukûmetê xwe derkevin.

Di daxuyaniyê de, hunermendên Swêdî û Emerîka Latînî stranên şoreşgerî gotin û pankartên li dijî DYE û ji bo rawestandina şerê li Sûriyê, hatin vekirin.

Emerîkiyên Latînî yên pêr li Qada Sergel a Stockholmê li hev kom bûn, 5 karkerên çandiniyê yên par li Perûyê di encama êrişa hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn. Emerîkiyên Latînî di dest de wêneyên 5 karkerên hatin kuştin, dowîz û pankartan rejîma Perûyê şermezar kirin. 

"SEROKÊ ME REVANDIN"

Bolîvyayiyan jî, li heman qadê ji bo şermezarkirina daxistina balafira Serokdewletê Bolîvyayê Eva Morales a li paytexta Awûstûrya Viyanayê, xwepêşandanek lidar xistin. Çalakgeran wênêyên Morales hilgirtin û li dijî DYE pankart vekirin. Li ser navê çalakgeran Jûdîth Nûnos axivî û got, "Serokê me revandin. Ew dîl girtin. Gava ji Moskowayê ji konferansekê vedigeriya Bolîvyayê, Portekîz, Spanya, Îtalya û Fransayê, qada xwe ya hewayî jê re girtin. Neçar ma bi awayekî neçarî xwe li Viyanayê deyne. Neçar ma 3.5 saetan li hewa bimîne. Hindik mabû benzîna balafirê xelas bibûya. Eger welatên Emerîka Latînî nerazîbûn nîşan nedabûna, wê destûr nehatiba dayîn ku xwe li Viyanayê deyne. Ev hovîtî ye."