Destor nehat dayîn cenazeyê Gedîk bibin Gulsûyûyê

Destor nehat dayîn cenazeyê Gedîk bibin Gulsûyûyê

Hasan Ferît Gedîkê ji aliyê çeteyên  Gulsûyû ve hatî qetil kirin xwestin ji bo helalkirinê bibin li mala wî ya li Armûtlû yê. Polisên derdora taxê girtîn nehiştin  cenaze bibin Gulsûyû yê. Girseryê li himberî astengiya polîsan çalakiya rûniştinê destpê kir.

Ji bo Hasan Ferît Gedîkê ku ji şeva bûrî ji aliyê çeteyên  Gulsûyû ve hatî qetil kirin li Cemxaneya Kuçukarmutluyê meresim pêk hat.

Piştî meresimê girseyê cenaze danîn li ser milê xwe û sloganên “ Dewleta kujer wê hesab bide”, “Gulsûyû raweste Ferît tê”, “ kîna dayîkan wê kujeran bi xeniqîne”, “çeteyên hesab bide gel.” Avatêtin û bi meşekê birin li mala malbara wî ya li  Kuçukarmûtlûyê.

Bavê  Gedîk yê li Girtîgeha Bolû yê bi destora wezîrê dadê beşdarî meresimê bû.

Malbata Gedîk piştî zarokê xwe helal kirin xwestin ji bo meresina cenaze bibin taxa  Gulsûyûyê lê polîs li pêşiyê bûn asteng.

 Gelek TOMA û maşîneyên zirxî derdora taxê girtî bû. Ji ber  polîsan destor neda girseyê çalakiya rûniştinê destpêkirin.