Destanên Ermenî bûn pirtûk

Nivîskarê lêkolîner Mehmet Bayrak, destan û çanda gelê Ermenî di encama karekî 50 salî de kir pirtûk û navê "Dîroka Gelekî Menzûm Aşûgên Ermenî, Dîroka Dîtbarî û Helbestkî ya li Destanên Aşûg xwe nîşan dide" lê kir.

Nivîskar Mehmet Bayrak, ku bi karên xwe yên li ser çand û dîroka Kurdan tê naskirin, pirtûka xwe ya dawî ji destanên Ermeniyan re veqetand.

Pirtûka destpêkêya Bayrak di sala 1973'an de hate weşandin û ji hingî ve 38 pirtûk nivîsî û weşand.

Pirtûka bi navê "Dîroka Gelekî Menzûm Aşûgên Ermenî, Dîroka Dîtbarî û Helbestkî ya li Destanên Aşûg xwe nîşan dide" ji Weşanên Ozge derket. Pirtû ji 560 rûpelan pêk tê. 256 wêne û aganî lê ne.

Di pirtûkê de zêdeyî 150 destan û helbest hene. Her wiha 50 destanên hatine vegotin jî, yekemcar tê eşkere dibin. 10 ji van jî ji destan û helbestên Dengbêjên Ermenî yên piştî komujiya Ermeniyan derketin dîasporayê pêk tê.

'EM ÇANDA HEV NAS BIKIN'

Bayrak bi bîr xist, ku Ermeniyan gelek caran li ser Kurdan xebat meşandine û bal kişand ser girîngiya xebateke nivîskarekî Kurd li ser çand û dîroka Ermeniyan. Bayrak got, "Kurd û Ermenî du gelên qedîm e ku di nava hev de dijîn. Di nava mirovên destpêkê de ku li ser çanda Kurdan xebitîne, Ermenî jî hene. Yek ji kesên ku destpêkê stranên Kurdî da hev, lêkolînerê Ermenî Abovyan e. Hê di nîvê destpêkê yê sedsala 19'an de vê lêkolînê dike. Yê ku doktora destpêkê li ser muzîka Kurdan kir, Gobîtas e. Sala 1864'an li Dersimê Komîteya Serxwebûnê ya Kurd Ermenî ava dibe. Ev rêxistina destpêkê ya bi hevparî tê avakirin, rêxistina destpêkê ya demokratîk a Kurdan e. Di navbera salên 1900'î û 1921'ê de gelek rêxistinên Kurd ava dibin û Kurd û Ermenî bi rengekî hevpar ava dikin. Ev gelên ku piştgirî dane çanda hev, pêwîste çanda hev bêhtir ji nêz ve nas bikin."