Derbarê pêşengên Birayên Misliman de biryara girtinê
Derbarê pêşengên Birayên Misliman de biryara girtinê
Derbarê pêşengên Birayên Misliman de biryara girtinê
Hate ragihandin ku li Misrê der barê pêşengên rêxistina Birayên Misliman (Îxwan) de bi hinceta ku rê li ber şîdetê vekirine, biryara girtinê hatiye dayîn.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Misrê AŞA’yê piştî ku di çalakiya bi armanca şermezarkirina darbeya leşkerî li pêşiya Biryargeha Parasvanên Şoreşê hatiye lidarxistin de zêdetirî 55 kesan jiyana xwe ji dest da, derbarê pêşengên rêxistina Birayên Misliman de biryara girtinê hate derxistin. Li gorî nûçeyê derbarê Serokê Birayên Misliman Mehemed Bedîî, alîkarê wî Mehmud Îzzed, rêveberên Partiya Azadî û Edaletê ku baskê siyasî yê Birayên Misliman e û heta darbeya leşkerî li desthilatdariyê bû, Îssam Eryan û Muhammed Baltaci de biryara girtinê hatiye dayîn. Rêveberên Birayên Misliman bi “sorkirina şîdetê” têne tawanbarkirin.