Dengê jinên Kurd çanda dengbêjiyê xweştir dike

Dengbêjiya jinan di nava civaka Kurd de xwedî cihek taybet û girîng  e. Dengê jinên Kurd çanda dengbêjiyê bêtir xweş dike. Yek ji van stranbêj ango dengbêj, jina ciwan Mizgîn Turan e û mirov dikare bibêje ew namzeta kilambêjiyê ye.

Dengbêjan her tim dîrok û wêjeya devkî ya Kurd zindî li ser lingan girtine û ji dîrokê heta roja me ya îro vê wêjeya devkî dewam dike. Dengê jinên Kurd vê wêjeya devkî bêhtir xweş dike. Stranbêjiya jinan di nava civaka Kurd de xwedî cihek taybet û girîng  e. Ji van awazan ango stranbêja jin a ciwan Mizgîn Turan e, mirov dikare bibêje ew namzeta dengbêjiyê ye.

DENGBÊJÊN JIN BANDOR LÊ KIRIYE

Jin a ciwan ya stranbêj Mizgîn Turan 9 sal in karê hunerê dike. Turan di 12 saliya xwe de li Akademiya Muzîkê ya Aram Tîgran a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji aliyê qeyûm ve hat girtin dest bi xebata muzîkê dike. Turan di koroya zarokan de cihê xwe digre û li akademiyê bi keda mezin a mamosteyan berê xwe dide dengbêjiyê û hînî klamên dengbêjiyê dibe. Piştî Akademiya Aram Tîgran hat girtin, Akademiya MA Muzîkê vebû û Turan li vir xebatên xwe yên hunerî domand û niha jî li Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê li ser hunerê xebatan dide meşandin. Turan dibêje, her çiqas hunermendiyê ji akademiya muzîkê fêr bûme jî bandorek mezin ya jinên dengbêj ên weke Eyşe Şan û Fatma Îsa li ser min çêbûye. 

BI KOROYA ZAROKAN RÊWÎTIYÊ DEST PÊ KIR
 
Qirika dengbêjiyê ya Turan gelek xurt e û bi taybet dema klama ‘Dola Aşûtê’ dibêje mirovan ber bi kûrahiya geliyê aşûtê de dibe û ji wir jî berê mirovan dide çiyayê Sîpanê ya li hinda Gola Wanê. Mizgîn Turan der barê xebatên xwe yên hunerê de ji ajansa me re axivî û ewilî ji me re klamek dengbêjiyê got. Dayik, bav û kalê Turan ji Mêrdînê ne û ew bi xwe li Amedê hatiye dinê. Turan anî ziman ku 9 sal in ew bi karê muzîka Kurdî re eleqedar dibe û got: “Ji bo min muzîk gelek girîng û bi wate ye. Muzîk ji bo jinan amûra sereke ya têkoşîn û xwe îfade kirinê ye. Jinan hest, raman, birdoziya xwe bi muzîkê rave dikin. Ji bo vê yekê klam û stran bextewariyê dide min. Min di koroya zarokan a Akademiya Aram Tîgran de dest bi perwerdehiya muzîkê kir. Li akademiyê mamosteyan qirikan min ya dengbêjiyê dozîn kirin û ji bo ez bikarim klamên dengbêjiyê bibêjim kedek bê hempa ji bo min hate dayîn.”

DÎROK Û WÊJEYA KURDÎ

Turan dibêje muzîk li ser hestên giran yên di kûrahiya dilê mirovan de tê avakirin û bi rêbaza klamê derdikeve ji derve. Turan da zanîn ku divê stranbêj û kesên bi muzîkê re eleqeder dibin bikarin bi hunera xwe ji civakê re bibin bersiv û wiha dom kir: “Ez li akademiyê bingehê muzîka Kurdî hîn bûm. Ji zarokatiya xwe de ez gelek ji klamên dengbêjiyê hes dikim. Her demê xeyalên min de bû ku ez rojekê klamên dengbêjiyê bibêjim. Bi keda mamosteyan min karî ku ez xeyala xwe binim cih. Kaniya çand û hunera Kurdan dengbêjî ye, di dengbêjiyê de hemû aliyên civakê cihê xwe digrin. Kurdan çanda xwe bi dengbêjiyê aniye ziman. Dengbêjên Kurd dîrok û wêjeyê anîne ziman û dîrok zindî kirine.”
 
TÊKOŞÎNA JINÊN DENGBÊJ

Turan bi bîr xist ku jina Kurd di qada stranbêjî ango muzîka Kurdî de gelek zehmetiyên mezin jiyan kirine û wiha got: “Ji dîrokê het roja îro jinên stranbêj û dengbêj yên weke Ayşe Şan, Fatma Îsa, Meryem Xan gelek zorî û zehmetî kişandî ye. Ez her demê van jinên hunermend û têkoşer ji bo xwe mînak digrim. Heke van jinên berxwedêr ev zor û zehmetî derbas nekirîba û rêya me nevekirîban, dibe ku îro me jî bi awayek azad nedikarî hunera xwe nîşan bidin. Di rastiyê de jinên dengbêj ên Kurd, muzîka Kurdî ji bo jinan anî cihek azad û hemû astengî ji holê rakirin. Em jî weke şagirtên wan li ser rêya wan têkoşîna xwe ya muzîkê didomînin. Divê hemû jinên xwedî huner li ser vê heqîqetê bimeşin û xwedî li kenveşopiya xwe derkevin.”